Karkerê ji Sûriyeyê ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da

img
RIHA - Xelîl Xamîdaş ê ji Sûriyeyê, ji înşaeta tê de dixebîtî ket û jiyana xwe ji dest da. 
 
Welatiyê 30 salî Xelîl Xamîdaş ê ji Sûriyeyê, li navçeya Eyyubiye a Rihayê ji înşaeta tê de dixebitî ket û jiyana xwe ji dest da. Xamîdaş di 27’ê Adarê de weke qalibvan di înaetê dest bi xebatê kiribû. Xamîdaş ê ji kata 3 ket xwarê û bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya  Perwerdê û Lêkolînê ya Rihayê. Li gel hemû mudaxileyan jî Xamidaş jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat diyar kirin ku Xamîdaş ev 4 sal bûn li Riha dijiya û bavê 4 zarokan bû.