Li Egeyê dema debra zeytûnan dest pê kir

img

ÎZMÎR – Li gel nîqaşên der barê baxçeyên zeytûnan ku tê xwestin ji bo îmarê bên vekirin, zeytûnvan dest bi debra wan kirin. Zeytûnvan ji debra ewil razî ne. 

Li Herêma Egeyê serdema zeytûnan dest pê kir. Zeytûnvan ewil dest bi debra zeytûnên xwarinê û paşê jî dest bi debra zeytûnên ji bo rûn kirin. Zeytûnên xwarinê yên ji daran tên jêkirin li gor cureyên xwe û mezinahiya xwe tên veqetandin. Zeytûnvan ji debra ewil a sala 2017’an memnûn in û daxwaza wan ew e ku baxçeyên wan ên zeytûnan bi xetereyên wek vekirina ji bo îmarê re rû bi rû nemînin. 
 
TERCÎHA WAN KOOPERATÎF IN 
 
Zeytûnvan Selçûk Dîrîm, diyar kir ku wan di destpêka meha Mijdarê de dest bi debra zeytûnan kiriye. Dîrîm, da zanîn ku ew zeytûnên xwarinê diçinînin û serdema debra zeytûnên baxçeyên wî du mehan didomîne. Dîrîm, dest nîşan kir ku ew zeytûnan didin Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê yên li Bergama, Gomeç û Akhîsarê ne. Dîrîm, diyar kir ku herî zêde tercîha wan kooperatîfên li gunda ne. Dîrîm got ku li gor rêbaza bêjandinê buhayên zeytûnan tê diyarkirin. Dîrîm, got ku li gor rêbaza navborî buhayê zeytûnên ku ew wan wek “çav” û “serî” bi nav dikin ji 10 lîreyan dest pê dike. Dîrîm got ku li gor sala çûyîn buhayên zeytûnan îsal baştir e. Dîrîm, got ku ji bo zeytûnvanan xebata bi kooperatîfan baştir e. 
 
Dîrîm, da zanîn ku îsal rekolteya zeytûnan baş e û mijara herî zêde zeytûnavanan diqilqilîne mijara îmara baxçeyên zeytûnan e ku di sala 2017’an de ket rojeva Meclîsê. Dîrîm, got ku ev yek bandor li ser buhayên zeytûnan nekiriy, lê belê di warê qîmetdayîna zeytûnan de ew qilqilandine. Dîrîm diyar kir ku ew naxwazin qadên zeytûnan ji bo îmarê bên vekirin û wiha got: “Çimkî ev dareke taybet e. Dareke nemir e. Li Tirkiyeyê tehdîteke wisa tim pêkan e. Lê wisa difikirim ku dê mirovên me destûra vê yekê nedin. Hêvîdar im careke din rewşeke wisa xwe nede der.” 
 
Ahmet Kabaş ku li navçeya Foçayê bi salan zeytûnvaniyê dike, anî ziman ku bi dema debrê re baxçeyên zeytûnan şên bûne û wisa dixuyê ku dê îsal zeytûn berdartir bin. Kabaş, got ku wê dema debrê heta meha Nîsanê bajo û di debra ewil de bêyî ku ew amûrekî bi kar bînin zeytûnan jê dikin. Kabaş, dest nîşan kir ku ew zeytûnên xwarinê berhev dikin û ew di debra ewil de bi destan zeytûnan jê dikin. Kabaş, anî ziman ku ew ji navçeya Edremîta Çanakkaleyê ye û jiyana wî di nav zeytûnan de derbas bûye. Kabaş, got ku ji bo wî zeytûn tên wateyeke cuda û wiha domand: “Dareke zeytûnan ji bo min ji darekê wêdetir e. Dema darek nerihet dibe, çawa ku dema zarokek te nerihet bibe, eynê wisa nerihet dibim. Divê tu wek zarokan li wan miqatebî.” 
 
MA / Ahmet Kanbal