Beko: Em ê ewil ji bo OHAL’ê komcivînekê çê bikin

img

STENBOL- Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko kampanyaya “Em ne OHAL, demokrasiyê dixwazin” ku ji aliyê rêxistinên kedê ve ji bo rakirina OHAL’ê hat destpêkirin nirxand. 

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi awayekî hevpar starta kampanyaya “Em ne OHAL, demokrasiyê dixwazin” dan destpêkirin. Wê di çarçoveya kampanyayê de gelek çalaki bên lidraxistin û wê bi nûnerên gelek saziyan re hevdîtin bên çêkirin. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko kampanyaya navborî nirxand. Beko got ku OHAL’ê herî zêde zirar daye karker û kedkaran û divê hemû kesên doza demokrasiyê dikin bertekên xwe nîşan bidin. 
 
WÊ BI CHP Û HDP’Ê RE HEVDÎTIN BÊN ÇÊKIRIN 
 
Beko, diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi gelek derdoran re didomin û ew plansaziya demeke kurt û navîn dikin. Beko got ku pêşaniya wan a ewil ew e ku komcivîneke OHAL’ê çê bikin û ji bo rakirina OHAL’ê û têkeve rojeva Meclisê ew ê bi HDP û CHP’ê re hevdîtinan çê bikin. Beko dest nîşan kir ku ji bo têkoşîneke hevpar ew ê bi hemû saziyên ku siyaseteke demokratîk dikin re hevdîtinan çê bikin. Beko ev tişt gotin: “Mixabin welatê me li ber felaketeke mezin e. Bedêla vê kampanyaya me ya rêxistinên kedkaran çi dibe bila bibe, em ê bitêkoşin.” 
 
WÊ MAL BI MAL BIGERIN 
 
Beko, diyar kir ku piştî OHAL’ê bi hezaran kes betal mane û di vê pêvajoyê de herî zêde karker û kedkara tahde dîtine. Beko têkildarî vê kampanyayê wiha got: “Her kesê ku dibe ez mirov im, divê bitêkoşe.” Beko, dest nîşan kir ku ji bilî hedefa wan a çêkirina komcivînekê, ew ê belavokan derxînin fabrîke bi fabrîke û mal bi mal bigerînin. Beko, dest nîşan kir ku piştî wan ji karker û kedkaran re zirarên OHAL’ê vegotin vê carê jî ew ê bi meş û mîtîngan li qadan bin. Beko, ji bo rakirina OHAL’ê bang li rêxistinên demokratîk kir da bi awayekî hevpar bitêkoşin. 
 
MA / Metîn Yoksun