'Wê bi aştiyê krîza aborî hel bibe'

img

WAN –  Esnafên Wanê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên îktîdarê ne û got: "Bi wî pereyê ku didin tanq û topan, wê aboriya welat baş bibe. Ev krîz wê bi aştiyê çareser bibe." 

Her diçe krîza aborî kûrtir dibe. Ji ber vê êdî esnaf nikarin tu karî bikin. Esnafên Wanê krîza aborî nirxandin û destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şidetê yên îktîdarê ne. 
 
‘ÇARESErî AŞTÎ YE' 
 
Karkerê înşeatê Ayhan Guneş, diyar kir ku ji ber krîzê betal maye û got: "Rewşa aboriyê nebaş e û krîzeke mezin heye. Em dixwazin êdî aştî çêbibe. Bi wî pereyê didin tanq û topan wê rewşa aboriya welat baş bibe. Êdî em ji şer û pevçûnan bêzar bûne. Eger şer çênebe, kes nemire wê her tişt baş bibe. Di dema pêvajoya aştiyê de aboriya Tirkiyeyê baş bû. Çimkî aştî hebû. Aborî bi aştiyê baş dibe. Eger kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin diyalogê bi HDP'ê re deynin, wê ev rewş baş bibe. Em ne nîjadperest û faşîst in. Ma we bihşstiye li vê herêmê tirkek jî hatiye lînckirin? Ez karkerê înşeatê me. Lê wexta em ji bo xebatê diçin rojavayê welat, em tên lînckirin. Ev zilm e. Wê heta kuderê dewam bike. Hûn ji kîjan kurdî dipirsin bipirsin, wê bêje aştî. Ev krîz ancax bi aştiyê dikare bê helkirin." 
 
'ÊDÎ EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN' 
 
Welatiyê bi navê Bevzat Alkan jî diyar kir ku meha Remezanê nêz dibe û got: "Em dixwazin tihînê bikirin, lê qutiya wê bûye 60 lîre. Her roj zem çêdibe. Êdî em nikarin debara xwe bikin."
 
Esnaf Tayyîp Ateş jî got: "Berê rojê min metereyek penêr difirot, lê niha ancax di hefteyekê de metereyekî difiroşim. Heta niha min krîzeke bi vî rengî nedîtiye. Êdî em nikarin debara xwe bikin." 
 
'BERPRISIYAR AKP YE' 
 
Haci Mehmet Karabûlût ku 20 sal in tomerîfiroş e diyar kir ku ji ber krîza aborî rewşa wan ne tu rewş e û ev ji ber AKP'ê ye. Karabûlût, destnîşan kir ku heta niha wî krîzeke bi vî rengî nedîtiye. Mehmet Sidik Çapkin jî got: "Berê me bi kîsan petat dikirîn, lê niha em bi kîsikan dikirin. Ev îş ancax bi edalet û hiqûqê pêkan e."