Piştî 4 salan wê li Şirnexê 1'ê Gulanê bê pîrozkirin

img
ŞIRNEX – Wê li Şirnexê piştî 4 salan 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bê pîrozkirin. Wê 1'ê Gulanê li Cizîrê bê pîrozkirin. Berdevkê KESK'ê û Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Mûzaffer Yildirim, got: "Em bang li her kesî dikin ku em bi hev re ji bo aştiyê biqîrin." 
 
Piştî qedexeya derketina derve ya 4 sal berê li Şirnex û navçeyên wê hat îlankirin, wê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li Cizîrê bê pîrozkirin. KESK'ê ji bo 1'ê Gulanê serî li qeymeqamtiyê da. Berdevkê KESK'ê û Serokê Şaxa Egîtîm-Sen a Şirnexê Mûzaffer Yildirim ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê bang li her kesî kir. 
 
Yildirim, diyar kir ku wê kedkarên Botanê li dijî betaliyê û krîza aborî dakevin qadan û got: "Em ê li dijî xespkirina mafan dakevin qadan. Piştî li Tirkiyeyê faşîzma AKP-MHP'ê berbelav bû, mafên karkeran hatin xespkirin. Li herêmê nexasim piştî polîtîkayên qeyûman 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran nehat pîrozkirin. Em ê bi ruhê 8'ê Adar û 21'ê Adarê ve ber bi 1'ê Gulanê ve diçin. Em ê careke din peyama ji bo aştiyê biqîrin." 
 
Yildirim, destnîşan kir ku di 1'ê Gulanê de ew ê bêjin "ji şer re na, ji aştiyê re erê û got: "Her çend hewl didin aştiyê mehkûm bikin jî, lê em ê dakevin qadan û ji bo aştiyê biqîrin. Em bang gelê Botanê dikin ku em li qadan ji bo aştiyê biqîrin."