Şahidê 1'ê Gulana 1977'an Ûzûner: Kitana xwe ya spî girêde û were

img
STENBOL – Cîgirê Hevserokatiya HDP'a Stenbolê Cengîz Ûzûner ku şahidê Komkujiya 1'ê Gulana 1977'an e got: "Wê banga me ya îsal ev be 'Leyla çîn e, çîn tê tecrîdkirin.' Sembola me laçika spî ye. Em bang li hemû mirov, demokrat, welatparêz, karker, jin û ciwanan dikin û dibêjin kitana xwe ya spî girêde û were." 
 
Di 1'ê Gulana 1997'an de bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Qada Taksîmê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin, lê belê êrîşî pîrozbahiyê hat kirin û 34 kedkar jiyana xwe ji dest dabûn. Ji şahidên Komujiya 1'ê Gulana 1977'an Cîgirê Hevserokatiya HDP'a Stenbolê Cengîz Ûzûner, bal kişand ser 1'ê Gulana wê demê û got: "Wê banga me ya îsal ev be 'Leyla çîn e, çîn tê tecrîdkirin.' Smebola me kitana spî ye. Em bang li hemû mirov, demokrat, welatparêz, karker, jin û ciwanan dikin û dibêjin 'kitana xwe ya spî girêde û were." 
 
Ûzûner, anî ziman ku cara ewil di 1977'an de tev li 1'ê Gulanê bûye û got: "Wê çaxê me pankartên xwe û dowîzên xwe bi destan amade dikir û dinivîsand. Beriya 1'ê Gulanê bi çend hefteyan her kesî amadekariyên xwe dikir. Wê çaxê li Îzmîrê di fabrîkayeke pola de dixebitîm. 600 karker dixebitîn. Ji wan karkeran em 450 karker tev li 1'ê Gulana 1977'an bûn. Em ji hevraza Gumuşsûyûyê ji sê milan ve ber bi Qada Taksîmê ve çûn." 
 
‘PANZÊRÊ PÊL HEVALEKE ME YA DUCANÎ KIR' 
 
Ûzûner, bi brî xist girseyeke mezin hebû û got: "Wê çaxê nêzî kursiyê bûm û dengê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kemal Turkler dihat min. Wê çaxê wek niha amûrên tomarkirina deng ên biçûk tune bûn. Min bi teybeke mezin dengê wî tomar dikir. Pêşî wexta çek teqiyan deng nehat min. Lê wexta min dît her kes dibeze, min fam kir. Hin ji me xwe dirêj kirin, hin ji me jî reviyan. Lê ji ber girse qelebalix bû her kes pêl hevdu dikir." Ûzûner, anî ziman ku lê belê tiştekî ku qet ji bîra wî naçe qewimiye û got: "Di 1'ê Gulana 197'an de panzêrê pêl hevaleke me ya ducanî kir. Hevala me jiyana xwe ji dest dida." 
 
Ûzûner, got: "Wê çaxê gaz tune bû. Ava biboyax bi ser me de direşandin. Kesê ava boyax lê diket biçûna kuderê jî dihat binçavkirin. Xwestin hin kesan atwanbar bikin, lê delîl nedîtin. Hîn jî kiryarên 1'ê Gulana 1977'an nehatine dîtin." 
 
Ûzûner ji bo qedexekirina Taksîmê jî got: "Li Stenbolê ji bo mîtîngan hin qad diyar kirine. Lê Taksîm ne di nav van qadan de ye. Kadikoy tune ye. Yanî qadên ji bo me girîng di nav van qadan de tune ne. Taksîm, tenê ji bo pîrozbahiyên piştî maçan vekiriye. Ji bo konsertên muzîkên popê vekiriye. Lê ji bo çînan girtiye. Lê wê bê helkirin. Ev yek bi têkoşînê pêkan e. Bêyî bedêl destekeftî ne pêkan in. Tecrûbeyên hêzên demokrasiyê û çîna karkeran ên Tirkiyeyê hene. Zêde bedêl dane. Wê di pêş de çîna karkeran careke din biçe Taksîmê." 
 
‘LEYLA ÇÎN E, ÇÎN TÊ TECRÎDKIRIN' 
 
Ûzûner, bilêv kir ku îsal ew ê bi kitanên spî 1'ê Gulanê pîroz bikin û got: "Wê banga me ya îsal ev be 'Leyla çîn e, çîn tê tecrîdkirin.' Sembola me kitana spî ye. Rojeva me ya sereke bidawîbûna tecrîdê ye. Em ê îsal bibêjin her der 1'ê Gulanê, her der Taksîm e. Li Tirkiyeyê heta tecrîd bi dawî nebe wê demokrasî neyê. Loma  em bang li hemû mirov, demokrat, welatparêz, karker, jin û ciwanan dikin û dibêjin 'kitana xwe ya spî girêde û were." 
 
MA/ Sadiye Eser