Mexdûrên KHK'ê dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin

img

EDENE - Endamên Platforma Mexdûrên KHK'ê yên Edeneyê gotin dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin û banga "yekîtiya bi hev re" bikin. 

Endamên Platforma Mexdûrên Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) yên Edeneyê dê li Edeneyê bi dirûşma "Em karê xwe û nanê xwe paş ve dixwazin" derkevin qada 1'ê Gulanê û dê biqîrîn. Dê bi pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB, Odeya Bijîşkan a Edeneyê, Baroya Edeneyê û hin partiyên siyasî Cejna Karkeran a 1'ê Gulanê li Meydana Ugur Mumcu bê lidarxistin. 
 
Kedkar û karker dê li ber Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînanê werin gel û ji vir heta Meydana Ugur Mumcu bimeşin û mitîngê li dar bixin. 
 
Endamên Platforma Mexdûrên KHK'ê jî hemû mexdûrên KHK'ê vexwendin mitîngê. 
 
'EM Ê LI DIJÎ HEMÛ NEHEQIYAN EDALETÊ QÎR BIKIN' 
 
Endama Platformê Seher Kiliç diyar kir ku ji bo jiyanek bi hev birêxistin bikin 1'ê Gulanê gellek girîng e û got: "KHK û komîsyona KHK'iyan a hat avakirin dê bibe bîranîna şermê." Kiliç anî ziman ku ew her tim beşdarî 1'ê Gulanê dibe û got: "Em ê li dijî bêewlehiyê, bêkariyê, bêhiqûqiyê, neheqiyê, birçîbûnê, mêtinê, şer, talanê, newekheviyê, mirinan, bêedaletiyê bimeşin û mitîng li dar bixin. Ji bo hin bêtir li dijî van pêkanînan dengê me derkeve em ê li qadan bin." 
 
‘ÊZ Ê NEHEQIYÊ QÎR BIKIM' 
 
Endamê Platformê Ramazan Çinkir jî destnîşan kir ku mafê karkeran jênevegera jiyanê ye û got: "Dev ji şertên xebatek mirovî berdin, jiyanek bi mirovatî mirov bijî nîne. Ev 6 meh in pereyê kemoterapiya min nehatiye razandin. Ez ê li ser navê mafên ku ji alyê dewletê ji min hatin sitendin beşdarî 1'ê Gulanê bibim û neheqiyê qîr bikim." 
 
'EM BIBIN YEK' 
 
Endamê Platformê Rifat Denîz jî da zanîn ku ew ê li gel malbata xwe beşdarî mitînga 1'ê Gulanê bibe û li dijî neheqiyê dê mafên xwe daxwaz bikin û banga "werin bibin yek" li her hêzên demokrasiyê kir. 
 
DÊ TÊBIKOŞE 
 
Endama Platformê Songul Yilmaz jî diyar kir ku ew ê li dijî hemû binpêkirinên mafan, mafên wan ên hatin desteserkirin û neheqiyên tên birêve birin têbikoşin û ew ê beşdarî mitînga 1'ê Gulanê bibe û tenê ne ev mitîng ji bo hemû mitîngên rewa û qanûnî yên behsa têkoşîna wan bikin dê bibe. Yilmaz got ew ê li qada 1'ê Gulanê li dijî neheqiyê maf û edaletê qîr bikin. 
 
MA / Hamdullah Kesen