Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê: Em her kesî vedixwînin qadên 1'ê Gulanê

img

STENBOL – Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Stenbolê, her kesî vexwand Qada Bazarê ya Bakirkoyê û got: "Li dijî qedexeyan û bêedaletiyê, em her kesî vedixwînin têkoşînê." 

 
Wê li Stenbolê îsal 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê her kesî vexwand qada 1'ê Gulanê.
 
KORAMAZ: EM HER KESÎ VEDIXWÎNIN QADA 1'Ê GULANÊ 
 
Serokê Desteya Rêvebir a TMMOB'ê Emîn Koramaz ku di nav Komîteya Amadelar de cih digire, anî ziman ku ew ê li her derê Tirkiyeyê dakevin qadan û got: "Wekî her carê em ê vê carê jî 1'ê Gulanê wekî roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê pîroz bikin." 
 
Koramaz, diyar kir ku ew ê ji sê milan ve ber bi Qada Bazarê ya Bakirkoyê ve bimeşin û got: "Em TMMOB û KESK em ê di heman milî de bimeşin. Dê DÎSK û TTB jî ji milekî ve û wê partiyên siyasî jî milekî ve bimeşin." Koramaz, her kesî vexwand qada 1'ê Gulanê û got: "Tiştên pêk tên ne qeder in. Em hemû kesên ji welat hez dikin vedixwînin 1'ê Gulanê." 
 
ÇERKEZOGLU: ÎSAL JÎ TAKSÎM HAT QEDEXEKIRIN 
 
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû destnîşan kir ku îsal jî Taksîm ji bo karkeran hatiye qedexekirin û got: "Lê belê ji bo me Qada 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye." Çerkezoglû, diyar kir ku ew ê îsal jî li Qada Bazarê ya Bakirkoyê 1'ê Gulanê pîroz bikin û got: "Krîzeke aborî ya cidî heye ku betalî, xizanî, bihabûn û xespkirina destkeftiyên çîna karkeran zêde kiriye. Polîtîkateke ku dest davê tazmînata kidemî heye. Em ê li dijî van pêkanînan li Bakirkoyê bin. Em hemû karker, kedkar, jin û ciwanan ji bo edaletê, ji bo azadî û aştiyê vedixwînin." 
 
GEZEN: EM Ê XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN 
 
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysûn Gezen jî ew ê li dijî polîtîkayên xizaniyê zêde dikin û ewlehiya kar ji holê radikin dakevin qadan û got: "Ji bo em xwedî li vîna xwe derkevin em ê dakevin qadan. Em her kesî jî vedixwînin qadên 1'ê Gulanê." 
 
ADIYAMAN: EM Ê JI BO TENDURISTIY DAKEVIN QADAN 
 
Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Sînan Adiyamn jî got: "Nêzî 16 sal in di qada tenduristiyê de aloziyeke mezin heye. Em bi salan e li dijî vê têdikoşin. Ev yek tenê ne li ser xebatkarên tenduristiyê, di warê gel de jî bûye cihê tarvmayan. Her wiha bi KHK'yan peywira hevalên me yên bijîşk hat desteserkirin. Em ê ji bo tenduristiyê dakevin qadan û em her kesî jî vedixwînin qadan." 
 
MA / Sadiye Eser