‘Ji bo em bêjin êdî bes e, em hatin gel hev’

img

ENQERE – Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Enqereyê de endama DÎSK’ê Nermîn Yurtaş metna hevpar xwend û got: “Ji bo em ji krîza aborî ya AKP’ê re bêjin êdî bes e, em hatine gel hev.” 

KESK, DÎSK, TMMBO, Odeya Bijîşkan a Enqereyê û gellek saziyên civakî yên sivîl mitînga 1’ê Gulanê li Meydana Tandogana Enqereyê li dar xistin. Nûnerên partiyên siyasî yên wek HDP, CHP, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, aktîvîstên jin û parlamenterên HDP’ê û CHP’ê beşdarî mitîngê bûn. 
 
‘EM LI DIJÎ TECRÎDA CIVAKÎ LI QADA NE’ 
 
Girseyê bal kişand ser grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. HDK jî bi pankarta “Em li dijî mêtingeriya kedê û tecrîda civakî li qada ne” beşdarî mitîngê bû. Wêneyên Leyla Guven, Selma Irmak û Nasir Yagiz ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de hatin hildan. Jinên bi laçikên xwe yên spî beşdarî mitîngê bûn bal kişandin ser grevên birçîbûnê û dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin. 
 
Gellek rêxistin û sazî bi pankart û rengên xwe di mitîngê de cih girtin û dirûşm berz kirin. 
 
‘JI BO EM BÊJIN ÊDÎ BES E EM LI BA HEV IN’ 
 
Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kire û Endama DÎSK’ê Nermîn Yurtaş li ser navê mitîngê metna hevpar xwend û krîzên aborî yên li welat pêk tên bi bîr xist û got: “AKP her car bedela krîza aborî dixwaze bi kedkar û karkeran bide razandin. Ji bo em ji krîza aborî û felaketa AKP’ê re bêjin ‘êdî bes e’ em hatine gel hev. Dixwazin bi pakêt û plansaziyên nû ked û mafên kedkar û karkeran bixwin.” 
 
Yurtaş daxwazên karker û kedkaran rêz kir û yek bi yek xwend.