Rewşa kar baş dibe, lê kesekî bixebite tune ye

img

MÛŞ - Li Mûşê hosteyê sifirê Mehmet Cevat Aktaş, diyar kir ku bikaranîna sifir ji nû ve zêde bûye, rewşa karê wî baş e, lê belê şagirtek tune ye ku ew vî karî dewrî wî/ê bike. 

Li Mûşê tekane hosteyê sifiran Mehmet Cevat Aktaş, balê kişand ser bêeleqeya mirovan a ji bo berên sifir. Aktaş got ku ew di 7 saliya xwe de li Erziromê li cem Aliyê ecem xebitiye. Aktaş diyar kir ku 28 sal in ew vî sinhetî dike û sinhetî wî sinheketî zor û zehmet e û ji ber vê kes naxwaze vî karî bike. Aktaş diyar kir ku ew lewheyên sifir ji Samsûnê tîne û li ser wan dixebite. Aktaş da zanîn ku ew li gor sîparîşan dixebite û sîtîl, quşxane, miqilk, cezwe û têfikan çê dike. 
 
Aktaş, diyar kir ku ew lewheyên dikire baş dikute û şikil dide wan. Aktaş wiha got: "Divê tu ji sifir hez bikî ku bedew bibe. Dema zilam bê û bêje 'ji min re fîgura laleyê' çê bike, ez ê jê re çê bikim. Dema ji min re bêje 'navê min li ser binivîse' ez ê binivîsim. Sifir madeyeke zaf bivîtamîn e. Heke tu çay û xwarina xwe di malzemeyên sifirî de çê bikî, dê nexweşî li te peyda nebin." 
 
Aktaş got ku êdî bikaranîna amûrên sifirî zêde dibe û niha rewşa karê wan baş e. Aktaş, dest nîşan kir ku zêdetir daxwaza berên xişr û neşrî tê kirin û wiha domand: "Niha vegera li sifir heye, lê wek berên xişr û neşrê. Ev sinhet hêdî hêdî jîndar dibe. Lê kesekî ku piştî me vî karî bike tune ye. Kes hîn nabe û kedê nade. Zarokekî min ê biçûk heye, dixwazim hînî wî bikim lê hewesa wî tune. Jê hez nake, dema hez neke nabe." Aktaş, dest nîşan kir ku ew naxwaze sinheta wî tune bibe. Aktaş diyar kir ku mirov bi yewmiya zêde jî naxebitin û wiha got: "Ji dibistana hunerê hin kes şandin, da hîn bibin. Lê hemû yeko yeko reviyan."