'Bereketa meha Remezanê jî nemaye'

img

WAN - Li Wanê, welatiyên li bazaran çav li etîketên li ser fêkî û zebze dikevin bêyî ku tiştekî bikirin berê xwe didin malê. Li Bazara Semtî ya Bostanîçî esnafan got: "Êdî ti bereketa Remezanê jî nemaye." 

Li Wanê, ji ber krîza aborî ne esnafên bazaran dikarin tiştekî bifiroşin û ne jî welatî dikarin tiştekî bikirin. Esnafên Bazara Semtî ya Bostanîçî destnîşan kirin ku meha Remezanê ye, lê ti bereketa vê mehê jî nemaye. Esnaf Şeref Erîş ku zebze difiroşe, diyar kir ku ji ber krîza aborî kes nayê bazarê û got: "Di meha Remezanê de jî rewş ev qasî xirab e. Ev jî nîşan dide ku ev krîzeke çi qasî dijwar e." 
 
’BI 60 LÎREYÎ HATIM BAZARÊ' 
 
Dayika 5 zarokan Rahîme Çagrici (45), diyar kir ku ji ber hevjînê wê nexweş e nikare bixebite, tenê kurekî wê dixebite. Çagrici, anî ziman ku ji bo kincan ji zarokên xwe re bikire hatiye bazarê û got: "Ji ber rewşa me nebaş e, têm kincên kevn ji zarokên xwe re dikirim. Her tişt biha bûye, rewşa me qet nebaş e. Îro bi 60 lîreyî hatim bazarê. Min got, ez çend perçe kinc ji zarokên xwe re bikirim. Ev pergal û krîza aborî diziyê li mirovan ferz dike. Mirov desteng bûne, nizanin wê çi bikin." 
 
Esnaf Ayhan Kahraman jî, diyar kir ku her roj fiyet diguherin û got: "Giha difiroşim. Ji sibehê heta êvarî em li ser piay ne, lê êvarî bi bêrîka vala em diçin malê. Bi pereyê heyî ancax em heqê kisîkan derdixin. Qevda bexdenûzê berê me bi 75 qurîşan dikirî û bi lîreyekê difirot. Niha em bi lîreyekê dikirin û bi lîreyekê difiroşin. Yanî em bi zirarê didin. Roj heye tiştek jî nayê firotin. Meha Remezanê hat. Diviya bazar tije bûna. Lê vikî vala ye. Wisa dixuyê wê di vê Remezanê de jî pere nekeve bêrîka me. Ji ber krîza aborî 10 hevalên me dezgehên xwe girtin. Em dixwazin rojek berî rojekê ev krîz biqede." 
 
‘REWŞ NE TU REWŞ E' 
 
Hazim Bozkûrt jî diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê krîz heye. Bozkûrt, anî ziman ku berê wî bi 10 lîreyan kîsek petat û bi 10 lîreyan kîsek pîvaz dikirî, lê niha kîloya wan bi 8 lîreyan e. Bozkûrt, destnîşan kir ku sedema krîzê hikûmeta heyî ye û got: "Mirov şêlandin. Welat tarûmar kirin. Berê min bi kîsan tişt dibirin malê, niha bi zorê bi kîloyan dibim. Rewş ne tu rewş e. Tenê ne kirîger, rewşa esnafan jî ne tu rewş e." 
 
'KES NE RAZÎ YE' 
 
Nedîm Sûlû ku pîvaz û petatan difiroşe, diyar kir ku berê wî rojê bi 5 hezaran petat û pîvaz difirotin lê niha bi zorê bi hezar lîreyîd ifiroşe. Sûlû, destnîşan kir ku her diçe şert û merc zehmetir dibin. sûlû, bilêv kir ku krîger tên bazaraê wexta çav li etîketan dikevin bêyî tiştekî bikirin berê xwe didin malê. Sûlû, got: "Kes ji fiyetan nerazî ye. Em jî ji ber nebûna kar nerazî ne." 
 
'BEREKET NEMA' 
 
Sevda Demîr jî diyar kir ku ti cudahî di navbera market û bazaran de nemaye û got: "Li bazaran û li marketan fiyet pir biha ne. Lê em mecbûr in alvêrê bikin. An em ê ji birçîna bimirin. Bi 50 lîreyî hatim bazarê. Lê xweşikî nikarim tiştekî bikirim. Her tişt biha bûye. Em nizanin wê ev meh çawa derbas bibe. Êdî tu bereketa meha Remezanê jî nemaye. Divê rayedar rojek berî rojekê vê yekê hel bikin. Rewşa gel xirab e."