Têkoşîna li dijî OHAL’ê zêde dibe: Demokrasî nanê karkeran e

img

STENBOL – Rêxistinên pîşesazî û kedê li dijî OHAL’ê kampanya dan destpêkirin û xwe ji bo civînên girseyî amade dikin. Nûnerên rêxistinan got ku cihê demokrasî lê tune be mafê kedê jî tune ye û demokrasî nanê karkeran e. 

Bi hevbeşiya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê kampanya “Ne OHAL’ê em demorkasiyê dixwazin” dan destpêkirin. Saziyan starta kampanyayê da û karker û kedkar xwe ji bo daketina qadan amade dikin. Di 2’ê kanûnê de li Enqerê, di 17’ê kanûnê de li Stenbolê dê şahiyên girseyî bên lidarxistin. Pişt re jî dê li Îzmîr û Enqereyê mitîng bên amadekirin. Rêxistinên kedê ji bo OHAL bê rakirin bang li hemû girseyên demokratîk û partiyên siyasî kirin û got ku bi hevgirtinek mîna pêvajoya referandûmê dikare OHAL’ê bidawî bike. 
 
'DEMOKRASÎ NANÊ KARKERAN E’ 
 
Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu da zanîn ku daxwazên wan bingehîn “Ne OHAL e demokrasiye” û wiha got: “Em ê li 81 bajaran ji bo kampanyayê xebat bidin meşandin. Em ê wek DÎSK’ê kolan bi kolan mal bi mal bixebitin. Em ê bang li hemû karker û kedkaran bikin da ku xwedî li keda xwe derbikevin. Cihê demokrasî lê tune be mafê kedê jî tune ye. Dema mafê kedê jî tune be demokrasî jî tune ye. Cihê aştî û demokrasî lê tune be her roja ku biçe dê mafê karkeran biçûk bibe. Demokrasî nane karkeran e. Ji ber vê yekê em banga têkoşînê li hemû karkeran dikin ku ji bo OHAL bê rakirin bixebitin.” 
 
'EM BI HEMÛ HÊZA XWE LI KOLANAN BIN’ 
 
Sekretera Giştî ya TMMOB’ê Dersim Gul jî destnîşan kir ku herkesê dixwaze ji OHAL’ê rizgar bibe dê hev re têkoşînê bikin û got: “Ji bo rakirina OHAL’ê me ê çalakiyên cûr bi cûr pêk bînin. Em ê li dijî dirêjkirina OHAL’ê li kolanan hêza xwe bidin nîşandan.” 
 
'OHAL ZERARÊ DIDE TENDURISTIYÊ’ 
 
Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Samet Menguç jî anî ziman ku bi salan OHAL’ê rûxandinên li bajarê kurdan pêk anî niha jî di salekê de heman rûxandin li tevahiya Tirkiyê pêk tê û got: “OHAL zerarê dide tenduristiyê. Divê hemû bijîşk û kesên ji bo demorkasiyê têkoşîn didin meşandin li dijî OHAL’ê serê xwe rakin.” 
 
'LI DIJÎ DIRÊJKIRINA OHAL’Ê EM AMADE NE’ 
 
Endamê MYK’a KESK’ê û Sekreterê Perwerde, Rêxistin û Weşana Çapameniyê Îlhan Yigît jî diyar kir ku aliyê herî zêde di bin bandora OHAL’ê de dimînin karker û kedkarin û heta niha 4 hezar û 99 endamên wan bi KHK’iyên OHAL’ê hatine îxrackirin. Yigît da zanîn ku amadekariyên wan li dijî hewldanên dirêjkirina OHAL’ê ya desthilatdariyê hene û got: “Ji bo rakirina OHAL’ê çi pêwîst be em ê pêk bînin.”