Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da cotkaran

img

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşxistina çandiniyê û hilberandina hingiv, boriyên avê û holikên mêşvanan ên bi enerjiya rojê li cotkaran berbelva kir.  

 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşxistin û berlavbûna çandiniyê piştgirî da corkaran. Şaredariyê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li taxa Ergîn a Liceyê 300 metre boriyên avê belav kir. Boriyên ku ji aliyê xebatkarên Serokatiya Daîreya Karên Keyatiyê ve hatin teslîmkirin, bi boriyên kevn re hatin guhertin. Keyayê taxa Ergîn Gokhan Gulten diyar kir ku çavkaniya debara wan çandinî û sewalkarî ye û wiha got: "5 hezar dolim erdê me yê avî heye. Boriyên ku beriya çend salan hatine danîn êdî kevn bûne û dema ku me bi wan avdaniyê dikir, em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû diman. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me serî li şaredariyê da. Ji ber çareserkirina pirsgirêkê em ji şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re sipas dikin."
 
PIŞTGIRIYA JI BO HILBERÎNERÊN HINGIV 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku piştgirî dide hilberînerên herêmê, bi armanca ku hilberîna hingivê bi qalîte zêde bike, bi Yekitiya Hilberînerên Mêşan ên Amedê û Yekitiya Hilberînerên Hingiv ên Amedê re di çarçoveya "Sîstema Sexberiya Enerjiyê û Holika Meşvanan" de holikên mêşvanan li 30 hilberînerên mêşan belav kir. Xebatkarên şaredariyê ku beriya niha panelên enerjiya bi rojê jî li hilberîneran belav kiribûn, holikên ku amade kiribûn jî teslîmî hilberîneran kirin. Serokê Yekitiya Hilberînerên Hingiv Alî Riza Demîr diyar kir ku holik malên duyemîn ên hilberîneran in û bi saya panel û holikan dê hilberîna hingiv zêde bibe.