SES: Emê nelirêtiyan bişopînin

img
 
AMED - Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê li avahiya xwe têkildarî bêhûqûqî û nelirêtiya li Muduriyeta Bajêr a Polîtîqayên Civakî û Malbatê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê li avahiya xwe der barê bêhûqûqî û nelirêtiya li Muduriyeta Bajêr a Polîtîqayên Civakî û Malbatê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî daxuyanî xwend û destnîşan kir ku armanca Xizmetên Civakî ewe ku di serîda jin, zarok, astengdar û kesên pîr, piştre jî kesên pewistiya wan heyî, xizmetê bide her kesî û cudahiyê nexe navbera wan û wiha got: "Me berê jî der barê Mudurê Polîtîqayên Civakî û Malbatê ya Amedê Halît Açar de serlêdana sûc kiribû. Der barê Açar de îddîayên bêhûqûqî û nelirêtiyê di çapemeniyê de hatibûn weşandin. Têkildarî îddîayên heyî de agahiyên gihişt destê me rewşeke xerab nîşan dide."  
 
SES: BILA WEZARET ERKA XWE PÊK BÎNE 
 
Adibellî, diyar kir ku li ser vê rewşa heyî tespîtên wan hene û wiha axivî: “Navenda Piştevaniyê ya Zarokan a Şehîtlîkê di demên dawî de bûyê cihê ranta Mudur Halît Açar. Zarok di avahiyê de hatine hepiskirin. Ev jî li ser zarokan bandoreke neyînî ava kiriye. Tadîlata Navenda Xizmeta Civakî ya Licê tê îddîakirin ku hinek nelirêtî hene. Kedkarên di Navenda Xizmeta Civakî ya Peyasê de dixebitin, mûçeyê ku ji 15’ê Gulana 2019’an û vir ve were dayîn, nehatiye dayîn û xebatkar mexdûr kirine. Me tespît kiriye ku Mudurê vê saziyê Akîf Karagoz mûçeyên ku Wezarêta Aboriyê şandine nehetiye razandin û derbasî hesabekî din kirine.”
 
Adibellî, di derbararên van mijara de xwest ku Wezaret  û Walitiya Amedê wezîfeya xwe pêk bîne û dest nîşan kirin ku dê vê mijarê bişopînin.