Krîzê pişta Çarşiya Kemeraltiyê şikand

img

ÎZMÎR- Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê diyar kirin ku rewşa karê wan ne tu rewş e. Welatiyan jî destnîşan kir ku ew nikarin tiştekî bikirin. Welatiyan bal kişand ser krîza aborî û bilêv kirin ku berê wan bi kîloyan tişt dikirîn, lê niha bi heban dikirin. 

Li Çarşiya Kemeralti ya Konak a Îzmîrê, îsal jî rewşa esnafan nebaş e. Her çend meha Remezanê be û ber destê cejnê be jî, lê belê rewşa kar ne tu rewş e. Welatiyan bal kişand ser krîza aborî û bilêv kirin ku berê wan bi kîloyan tişt dikirîn, lê belê niha bi heban dikirin.  
 
‘HETA NIHA MIN KRÎZEKE WISA NEDÎTIYE' 
 
Nagihan Denîz ku bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê debara xwe dike, got: "Me binî krîza aborî dît. Ez 60 salî me. Lê min heta niha krîzeke wisa nedîtiye. Min gelek hikûmet dîtine, lê min hikûmeteke wisa sersar û wisa tenê ji bo alîgirên xwe tev digere nedîtiye. Loma tu hêviya min ji pêşeroja Tirkiyeyê tune ye." 
 
‘EZ ENFLASYONÊ BI BÊRÎKA XWE DIPÎVIM' 
 
Esnaf Nîhat kaçmaz, diyar kir ku qelebalixî heye lê belê di bêrîka kesî de ji bo alvêrê pere tune ye. Kaçmaz, got: "Niha dikan vala ne, bi milet re pera nemaye. Her roj tişt biha dibin, êdî em bêzar bûne. Mesela ez şekir û çoqlatan difiroşim, lê pir biha bûne. Par min çoqlata oktavyayê bi 35 lîreyan difiro, îsal bi 45 lîreyan. Enflasyonê kêm nîşan didin, lê belê ez enflasyonê bi bêrîka xwe dipîvim. Divê ev pirsgirêk bê helkirin. Kes guh nade esnafan." 
 
Mûrat Yalçin (50) ku li çarşiyê kulîlkan difirpşe, destnîşan kir ku ji ber her tişt biha bûye êdî kes naxwaze pereyê xwe bi kulîlkan bide û got: "Her tişt pir biha bûye. Ji sed kesî kesek kulîlkan dikire. Rewşa me ne tu rewş e. Serê sibehê tu tiştekî bi lîreyekê dikirî, êvarî dibe bi 3 lîreyan. Roj heye ez qevdek kulîlk jî nafiroşim. Bawer bikin em nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Bi zor û heft bela em xwe têr dikin." 
 
Kiymet Turkoglû ku ji bo meha Remezanê tiştna bikire hatiye çarşiyê, got: "Rewşa heyî ne tur rewş e, berbat e. Bi zor û heft bela em debara xwe dikin. Her roj fiyet diguherin. Me ew hilbijart û anî ser kar. Lê bi rastî jî krîza aborî em pir ditengijînin. Meha Remezanê hatiye, lê hîn jî me xwarinek bigoşt nexwariye. Êdî xwarine bigoşt ji bo me bûye xiyal. Her tişt biha bûye." 
 
Erdogan Ozyegen ku piştî teqawid bûye cahteriyê difiroşe, diyar kir ku ji ber krîza aborî mecbûr maye bixebite. 
 
XWENDEKAR: EM Ê BETAL BIMÎNIN 
 
Xwendekar Nûr Aydin jî, diyar kir ku ji ber krîza aborî ew ditirsin betal bimînin. Tulay Guloav jî got: "Em nikarin di bin lêçûnên dibistanê de rabin. Her tişt biha bûye.
 
Hatîce AYdogdû jî anî ziman ku heta çend sal berê jî her tişt erzan bûye û got: "Berê ez bi 70 lîreyî diçûm bazarê. Min digot pir e. Niha bi 100 lîreyî diçim, têr nake. Em ji her tiştî kêm dikin. Divê hikûmet rojek berî rojekê hel bike. Zarokên min dixebitin, lê her şev wexta tên malê ditirsin betal bimînin. Ev kar tim bi hilbijartin û mîtîngan bi rê ve naçe." 
 
MA / Esra Solin dal – Sevda Aydin