Qata ku betona wê dihat rijandin rûxiya: 3 kes birîndar bûn

img

AMED - Li navçeya Peyas a Amedê li înşaateke ku lêkirina wê didome, dema ku beton dihat rêşandin rûxandin pêk hat û 2 jê giran 3 karker birînar bûn. 

 
Li navçeya Peyas a Amedê nêzî rêya 50 metre di bînayeke ku lêkirina wê didome de rûxandin pêk hat. Dema ku bi mîkserê betan dihat êjandin, ji ber barê giran di qata duyemîn a bînayê de rûxîn çêbû. Li ser agahdariya welatiyên li herêmê,  gelek ekîbên agurkujiyê û 112 ên beşa lezgîn ên tenduristiyê û AFAD'ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama xebatên AFAD'ê de 3 karkerên ku di bin hezanê de mabûn hatin rizgarkirin. Piştî mudaxaleya destpêkê her karkerên birîndar bûn bi ambûlansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hatin kirin. Hat hînbûn rewşa 2 karkeran giran e.