Gelek bazarvanên jin dezgehên xwe girtine

img

AMED - Ji ber krîza aborî welatî ji bazar û çarşiyan bêyî tûrikên xwe tije bikin vedigerin malê. Esnafên Bazara Semtî ya Jina ya Jiyanê ya Amedê, diyar kirin ku ji ber nebûna kar gelek bazarvanên deyndar bûne dezgehên xwe girtine. 

Li Tirkiyeyê her diçe krîza aborî beloqtir dibe. Ji ber vê her diçe rêjeya betaliyê jî zêde dibe. Esnafên bazara Semtî ya Jinê ya Jiyanê ya Amedê, ji ber vê krîzê êdî nikare kar bike. Bazarvanan, bilêv kir ku her diçe fiyetê fêkî û zebzeyan zêdetir dibe û ji ber vê welatî destvala diçin malê xwe. 
 
Dayika 3 zarokan Fatma Dogan ku 8 sal in esnafa bazarê ye, diyar kir ku heftê 6 rojan ji 9'ê sibehê heta 7'ê êvarî dixebite. Dogan, diyar kir ku krîz tesîr li bazara wan jî kiriye. Dogan, bilêv kir ku berê wê kîloya kezeban bi 2 lîre û nîvan difirot niha bûye 5 lîre û her wiha berê wê rojê 7 qolî difirotin niha qoliyekê difiroşe û got: "Em ketine etra roja xwe. Bi zor xercaneya zarokan a dibistanêd erdikeve. Wekî din tiştek bi destê me nakeve." 
 
Dayika 3 zarokan Fatma Topval ku 6 sal in esnafa bazarê ye, diyar kir ku 7 meh berê wê dezgeha xwe bi 800 lîreyî tije dikir niha bi 3 hezaran ancax nêviyê wê tije dike. Topval, destnîşan kir ku kesên tên bazarê ji fiyetan nerazî ne û got: "Fiyet pir biha bûne. Gel dibêje 'çima ev qasî biha ne.' Em dibijên ne ji ber me ye. Em berê ku ji halê bi lîreyekê dikirin dotira rojê dibe lîre û nîv. Em êdî di ber zêdebûna fiyetan re nagihên. Kirîgerên berê sê kîlo fêkî ji min dikirîn niha kîloyekê dikirin an jî qet nakirin. Pereyê wan ancax têra kîloyekê dike." 
 
Topval, anî ziman ku car heye bi mehan karê wan nabe û gelek hevalên wan ji ber deyndar bûne dezgehên xwe girtine.