TMO beyî vîna rençberan buhayê genim diyar kir
Rençber: Em nikarin deynê mazot û gubre bidin

img

MÊRDÎN - Îsal TMO beyî vîn û pêşniyarên rençberan li ber çavan bigire buhayekî kêm li genim birî. Ji ber hem bereketa genim kêm e û hem jî TMO buhayê kêm li genim birî, rençberên ku çandiniya genim kirine nikarin deynê mazot û gubre bidin. 

Li Deşta Mêrdînê çinîna genim dest pê kir. Îsal hem ji ber bereketa genim kêm e û hem jî ji ber Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) buhayê genim erzan lêxist, rençberên ku çandiniya genim kirin bi fikar in. Li herêmê heta niha ij sedî 5 çandinî hatin çinîn. Tê payîn ku di nava 15 rojan de hemû çandinî bên çinîn û rençber mahsûlên xwe an bifiroşin an jî têxin embarê. Rençberan diyar kirin ku îsal bereketa çandiniyê wan ji sedî 20 kêm e û buhaye wî erzan e. Rençberên ku gubre, mazot û îlaç deyn kirin û çandinî kirin, niha ji ber berhem kêm û erzan e, difikirin ku çawa deynê xwe bidin. Rençber diyar dikin ku li aliyekî buhayê gubre û mazotê zêde bû, li aliyê din TMO buhayê genim kêm birî û bi fikar in. Ofîsa Berhemên axê û berhemên Çandiniyê (TMO) beyî ku bi rençberan bişêwire û rewşa rençberan li ber çavan bigire buhayê genim diyar kir. Ev bû sedem ku rençber nikarin deynê xwe yê gubre û mazotê bidin. Li aliyê din ji ber ku hikûmetê di tebaxa bori de "Qedexeya Îxracatê" ya genimê herêmê anî, rençber nikarin genimê xwe bifiroşin derve jî. 
 
Rençber Selahaddin Esen, diyar kir ku îsal hem bereketa genim kêm e û hem jî TMO buhayê genim erzan birî û wiha got: "Çotkar û rençberan îsal tu tam ji çandiniya xwe nekirin. Me sala par serê dolimê 300 - 400 kilo genim çinî, îsal heta niha serê dolimê 200 kilo genim dide. Hem bereket kêm e û hem jî buhayê genim erzan e. TMO îsal buhayê kêm li genim xist. Buhayê gubre û mazotê zêde ye, lê buhayê genim kêm e. Niha lîtreya mazotê 6,25-6,50 tl ye. Tona gubre bi 2,500-2,750 tl ye. Dîsa buhayê tav û îlacê heye. Niha lêçûna me ji hatina me bêtir e. 
 
Esen, ani ziman ku hikûmet diyar dike ku wê piştgiriyê bide rençberan, lê heta niha me tu piştgiriya ji bo rençberan neditiye. Ka desteka wan li ku ye? Niha dewlet bûye dewleta DEDAŞ’ê û li pişt DEDAŞ'ê ye. Em nikarin heqê ceyranê bidin. 
 
 
MA / Ahmet Kanbal