Dema palehiyê dest pê kir: Cotkar bi gazinc in

img

AMED - Bi hatina demsala havînê re li Amedê cinîna nîsk û ceh dest pê kir. Bîçer û patoz ketine nav erdan hem diçine û hem jî li nava zeviyê dikin ka. Cotkar ji ber berhem erzan û lêçûn zêde ye, bi gazinc in û diyar kirin ku kar û xesara wan hevdû dernaxe.

Welatiyên di demsala payizê de zeviyên xwe çandin niha dest bi çinîna wan kirin. Çotkarên ku payizê zevî çotkirin û çandin, piştî 7-8 meh şûnde zeviyên wan seridî, hişk bû û dest bi çinînê kirin. Bi zerbûna zeviyan re çinîna ceh û  nîskên ku demsala payîzê bi kedeke mezin hatibûn çandin, dest pê kir. Genim jî wê çend roj şûnde bên çinîn. Biçer û patoz bi hev re ketine nav zeviyan û ceh û niskên ku gihîştine diçînin. Li aliyeki diçinin û li aliyê din dikin ka. 
 
Îsal bihayên genim û ceh li şûna Wezareta Daristan û Çandiniyê ji aliyê Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ve hat aşkerakirin. Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) jî bihaya ku ji aliyê Serokê AKP'ê Erdogan ve hatibû aşkerakirin, qebûl kir. Li gorî vê yekê TMO dê tona genim bi hezar û 400 TL’yî û tona ceh jî bi hezar û 100 TL’yî bikire. Bihayê nîskê jî hê nehatiye aşkerakirin. 
 
'BIHA COTKARAN XELAS NAKE' 
 
Ji bo ku di cih de bişopînin me jî xwe berda nav zeviyan û bi cotkaran re xêr û bêra îsal nirxand. Cotkar ji ber bihayê zêde yê mazot û gubre û bihayê kêm ê nîsk û ceh gelek bi gazind in. Cotkaran diyar kir ku demsala payîzê bi bihayeke bilind zeviyên xwe cot kirine û çandiniye xwe kirine. Bihaya genim û ceh ku ji aliyê Erdogan ve hatiye aşkerakirin qebûl nakin û dibêjin ku ev biha wan xelas nake. 
 
Li Gundê Zozincê yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê cotkar Omer Guzelsoy ku bîçer li ser zeviya wî bû, me li nav pirêzeya xwe ya ceh pêşwazî kir. Guzelsoy destpêkê bal kişand ser zehmetiya cotkariyê û diyar kir ku xwarin di cotkariyê de tuneye û ji ber ku karê bav û kalê wan cotkariyê dikin. Guzelsoy destnîşan kir ku 300 donim ceh çandiye û wiha got: “Ji ber barana zêde avê 150 donimî biriye û tenê 150 donim maye.”
 
JI BIHAYÊ CEH BI GAZIND E
 
Guzelsoy anî ziman ku ji ber rewşa heyî kes ji karê xwe ne memnûn e û ev tişt gotin: “Gubre 2 lîre ye, kîloya ceh jî lîreyekî ye. Dema em gubrê bi 2 lîre bikirin û ceh bi lîreyekî bifiroşin qet jî me dernaxe. Ger ku avê li nexista û min tevî biçinandina jî ji ber bihayê zêde yê gubre û mazotê dê dîsa jî me dernexistina. Em mazotê bi 6 lîreyî dikirin.  Bîçer heta êvarê dişixule. Heta êvarê bi hezar û 500 TL'yî mazotê dişewitîne.”
 
Di berdewamê de Guzelsoy bal kişand ser bihayê çinîn û romorkên kayê û ev tişt anî ziman: “Bîçer donimê bi 20 lîreyî diçîne. Hê bihayê wê diyar nebûye lê romorkên kayê jî dê bi 200-250 lîreyî bên çêkirin. Me ajokarê bîçerê bi 25 hezar TL'yî girtiye û dîsa ajokarê traktorê jî bi 10 hezar lîreyî girtiye. Em ê ji bo çinînê bi 40-50 hezar TL'yî mesref bikin, lê xêr û bêra îsal kara me dernaxe.” 
 
XÊR Û BÊRA NÎSKAN KÊM E
 
Cotkar Mehmet Guzelsoy ku nîskên xwe bi bîçerê diçinand jî diyar kir xêr û bêr îsal kêm e û wiha got: “Ji ber ku mehek berê zîpik bariya xesar gihîşt nîsk, genim û ceh. Xêr û bêra nîskan îsal kêm e. Li gel vê rewşê bihayê nîskan jî hê neyatiye diyarkirin. Ji ber vê yekê îsal serê donimê 100 kîlo nîsk jê tê. bihayê kayê nêzî fiyeta ceh e. Qala tona kayê 700 TL dikin. Nîska ku pir baş be dibe ku bi 2 lîreyî bê firotin.”
 
Guzelsoy da zanîn ku gubre û mazot payîzê gelek biha li ser wan bûye sermiyan û ev tişt anî ziman: “Bihayê zed jî zêde bûye lê ne bi qasî ya gubre û mazotê. Gubre û mazot ji sedî 50 zêde bûne. Ji bo ku me xelas bike divê nîsk herî kêm bi 3 lîreyî bê firotin.  Dîsa divê ceh bi lîreyek û 400 qirûşî û genim jî bi lîreyek û 800 qirûşî bê firotin. Lê bihaya ku hatiye aşkerakirin di bin vê bihayê de ye û erzan e.”
 
DI BIN 40 PILEYAN DE KEDÊ DIDIN 
 
Ferzende Kartal ê ku ji gundê Reşikê ya Farqînê ye û li gundê Qerexanê ya girêdayî Bismilê 200 donim zevî îcare kiriye û nîsk çandine jî beriya demekê niskê xwe çinîbû û niha patoz dike. Kartal û zarokên xwe tevî germê jî bêwestan li nav zeviya nîskan dixebitin û bênavber bi melêvan komikên nîskan diavêjin patozê. Ciwanên ku temenê wan di navbera 20 û 25 salî de ne, bi kedek mezin dixebitin û li aliyekî xwêdana eniya xwe paqij dikin û li aliyekî lez didin xwe ku komikan biavêjin patozê. Kartal behsa zoriyên çandiniyê kir û wiha got: “Me li vir 200 donim îcare kiriye. Îsal Xwedê jî û dewletê jî li me xistiye. Gubre, derman nayê kirîn. Ji bilî hemaltiyê em tu tiştî nakin. Xwedê ji AKP’ê re nehêle. Li gel ku em xesar dikin jî ji ber xîzaniyê em neçarin çandiniyê bikin. Di bin germa 40 pileyî de em dixebitin.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Kartal bal kişand ser xêr û bêra nîskan û wiha pê de çû: “Serê donima nîskan a îsal xêr û bêr ketiye bin 100 kîloyî. Nîskên em patoz  dikin jî hemû giya ye. Em bi ked û xwêdana eniya xwe dixebitin lê dîsa jî 4 ton nîsk dernakeve. Îro malûm e, êdî kes nikare lîtreyek mazot bikire. Heke karkerên cotkaran ne ji malê bin, halê wan perîşan e. Sedema vê hemû perîşaniyê jî krîza aborî ye.”
 
‘DIVÊ MECLIS HALÊ COTKARAN BIAXIVE’
 
Kartal destnîşan kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên çandiniyê ji heft salî heta heftê saliyan hemû kesên bi çandiniyê re eleqdar dibin kiriye bin deynan. Ji bo çareseriyê divê Meclîs rûnê û li ser halê cotkaran biaxive û qanûnên baş derxe. Ez li vir bang li Enqereyê dikim; hemû siyasetmedar li Enqereyê hezkiriyên qoltixê xwe ne. Ka bila ew werin du saetan vê melêvê bigirin, ka wê çaxê em ê bibînin ku ked çi ye û zoriyên wê bi çi rengî ne.”
 
'XÊRA NÎSKAN NÎNE' 
 
Ciwanê bi navê Îhsan Kartal (20) ku melêv di destê wî de ye û komikên nîskan davêje patozê jî qala xebata xwe ya nav rojê kir û ev tişt anî ziman: “Em her sibehê saet di 07.30’an de tên dest bi kar dikin û heta êvarê dixebitin. Em di qêle qija nava rojê de jî nîskan patos dikin. Em rojê 8-10 romork ka çêdikin. Va nêzî 10 rojan e em dixebitin. Xêr û bêra nîskan îsal nîne. Vî erdê em lê çandiniyê dikin jî ne yê me ye, me îcare kiriye.”
 
MA / Kadrî Esen - Bîlal Guldem