'Îsal li gorî par rewşa narenciyeyê baştir e'

img

EDENE – Cotkarên narenciyên ku par ji ber nebûna îxracatê nehatin jêkirin, îsal ji ber îxaracata ber bi başiyê ve diçe kêfxweş in. 

Li Tirkiyeyê, li gor daneyên Odeya Çandiniyê ya Seyhanê 4 milyon û 300 hezar ton narînciye tên hilberandin. Ji van narenciyeyan ton û nîv jê li Edeneyê tên hilberandin. Ji sedî 40'ê narenciyan tên îxracatkirin û îsal ji ber krîza di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hat çareserkirin, cotkarên narenciyan kêfxweş in. Serokê 2'yemîn ê Odeya Çandiniyê ya Seyhanê Cahît Încefîkîr, der barê îxracata narenciyan de agahî dan. Încefîkîr got ku ji sedî 60 narenciyan îxracî Rûsyayê û welatên li derdora wê, ji sedî 25 îxracî Iraqê û yê mayî jî îxracî Suûdî Erebîstan, Almanya, Hollanda, Macarîstan û welatên Rojhilata Dûr tên kirin. Încefîkîr, got ku ji ber şert û mercên hewayî yên nebaş ên li Îspanyayê, Almanya û welatên Ewropayê narenciye ji Edeneyê kirîne û dibe ku ev rêje di salên pêş de zêdetir bibe. 
 
Încefîkîr got ku serdema narenciyeyê baş dest pê kiriye. Încefîkîr diyar kir ku hilberîner ji buhayan û îxracatvan jî ji qalîteya beran memnûn in. Încefîkîr got ku wê bi zêdebûna îxracatê buha jî zêde bibin û wiha got: "Em wisa bawer dikin ku wê di rojên pêş de zêdetir bibe. Li Ewropayê pîrozbahiyên sersalê zû dest pê dikin. Ji ber vê wê di dawiya Mijdarê de daxwaza ji bo narenciyan jî zêde bibe û wê ev yek bibe sedema zêdebûna buhayan." 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê Semîh Kandemîr jî got ku li Tirkiyeyê ji sedî 45'ê îxracata zebze û fêkiyan narenciye ye û li herêma Çûkûrovayê jî gelek mirov debara xwe bi narenciyeyê dikin. Kandemîr, anî ziman ku di nav welatên îxracata narenciyeyê dikin Tirkiye di rêza 3'yemîn de ye. Kandemîr got ku, salên çûyîn ji ber nebûna îxracatê û şert û mercên neyînî yên avhewayê wan rojên nebaş derbas kirine. Kandemîr wiha got: "Sala çûyîn fêkî ji daran nehatin jêkirin. Çiftçî bi awayekî cidî zirar kir." 
Kandemîr got ku mandalîna û lîmon gihaştine mezêxera û welatên îxracî wan hatine kirin û wiha domand: "Hêviya me ew e ku wê îsal xweş derbas bibe. Bi çareserkirina krîza bi Rûsyayê re, me îsal fêkî zûtir şandin. Ev yek bandoreke neyînî li buhayan jî kir." 
 
REWŞA NARENCIYEYÊ BAŞ E
 
Cotkar Mehmet Akdag jî got ku di salên dawî de cotkar di hemû beran de xisirîne û her ku diçe maliyet zêde dibin û ev yek pişta cotkaran dişikîne. Akdag, anî ziman ku sala çûyîn narenciye nehatine firotin û bi daran ve mane, lê belê îsal hindik be jî ruyê cotkaran dikene. Akdag, dest nîşan kir ku li donimek narenciye, tevî karkerî û veguhêzkariyê bi nêvengî 2 hezar lîre dere. Akdag got ku îsal bi zêdebûna îxracatê re buhayên narenciyeyê baş bûne û wiha got: "Mandalîna û porteqal li nav baxçe bi 70 qurişî diçin."