Petrol-Îş biryara YHK'ê nas nake

img

ÊLIH - Li TUPRAŞ'ê di pêvajoya TÎS'ê ya ku 4 hezar û 300 karkerî dihewîne nav xwe de biryara ku Lîjneya Dadmend a Bilind jê karsaz re da, bû sedema şermezarkirinan. Sekreterê Perwerde û Rêxistibûnê yê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Mûstafa Tekîk diyar kir ku biryarê nas nakin û ji bo karkerên petrolê têkoşîn bi dawî nebûye. 

Li TUPRAŞ'a girêdayî Koç Holdîng'ê pêvajoya Girêbesta Komkarî (TÎS) ku 4 hezar û 300 karkerî dihewîne nav xwe û di navbera Sendîkaya Karsazên Pîşesaziya Plastîk û Lastîk Petrol û Kîmyayê (KÎPLAS) û Sendîkaya Petrol-Îş'ê de lihevnekirî encam bûbû, ji aliyê Lîjneya Dadmend a Bilind (YHK) ve hat biencamkirin. Di hevdîtinên ku 18'ê Çileya 2019'an de dest pê kiribûn de 16 rûniştin pêk hatibûn û ji 80 xalan li ser 70 xalan hatibû lihevkirin. Derbarê 10 xalên lihevnekirî de serî li YHK'ê hatibû dayîn. YHK'ê jê karsazan re biryar da û pêvajoya TÎS'ê ku Petrol-Îş'ê qebûl nekiribû, heta 3 salan dirêj kir. 
 
Biryara YHK'ê di serî de li Êlihê, li tevahiya rafîneyên TUPRAŞ'ê ji aliyê karkeran ve bi meşan hat şermezarkirin. 
 
Sekreterê Perwerde û Rêxistibûnê yê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Mûstafa Tekîk biryara YHK'ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
'EM BIRAYÊ NAS NAKIN' 
 
Sekreter Tekîk diyar kir ku YHK'ê peywira xwe ya dadmendiyê pêk naniye û berovajî hemû gotinên karsaz qebûl kiriye û jê karsaz re biryar daye û wiha got: "Her çiqas biryar ji bo sendîka û karsazan derbasdar be jî em wek sendîka û karker biryara ku hatiye dayîn nas nakin. Bi rêya YHK'ê tê xwestin ku mafên ku karkeran bi têkoşîna salan bi dest xistiye, ji wan bê standin. 
 
'EM ÇALAKIYÊN FÎÎLÎ LI DAR BIXIN'
 
Tekîk da zanîn ku mafê destûrên bi hincet, mafê saetên xebatê û mafên civakî karkeran di encama têkoşîna xwe ya 40 salan de bi dest xistiye û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku me spartinan qebûl ndikir pêvajoya peymanê 6 mehan domiya. Îro li hemberî van mafên me êrîş pêk hatiye. Biryara hatiye dayîn aliyê sermiyan e û li gorî daxwaza sermiyan e. Dadmendan biryareke adil nedane. Em ê nenaskirina vê biryarê bi çalakiyê xwe yên fîîlî nîşan bidin û bi avakirina maseyeke alternatîf mafên xwe careke din bi dest bixin."
 
'TÊKOŞÎN NEQEDIYAYE'
 
Tekîk da destnîşan kir ku piştî nirxandina xwe ya biryarê weke sendîka dê biryara hin çalakî û bernameya bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo karkerên petrolê têkoşîn neqediyaye. Ji tiştên hatine jiyîn ne tenê karsaz di heman demê de desthilat jî berpirsyar e. Lewre em di her kêliyê de bi desthilateke ku çalakî û grevên karkeran qedexe dike re rû bi rû ne. Sermiyan di her tiştî de li gorî hêza ku ji desthilatê digire tevdigere."