Yeldan: Bihabûn zêde dibe û krîz awayê xwe diguherîne

img

ENQERE – Profesorê îktîsadê Erînç Yeldan da zanîn ku krîza aborî êdî ne bi rêya zêdekirina bihayan raste rast ji ber bêkariyê, daxwaza kêm, dahata milî ya kêm û ji ber feqîriya zêde dibe pêk tê. 

 
Li Tirkiyeyê her ku diçe rewşa aborî ango krîza aborî kûr dibe. Her roj pêdiviyên bingehîn ên mîna zexîre, sotemenî û gellek tiştên din tên zemkirin. Bi vê yekê re her ku diçe bêkarî û feqîrî jî zêde dibe. Profesorê îktîsadê Erînç Yeldan geşedanên li qada aborî nirxand û diyar kir ku her tişt biha dibe û got: “Krîz êdî awayê xwe diguherîne.” 
 
'ENFLASYONA TIRKIYEYÊ BI QASÎ SÊ QATÊ DINYAYÊ YE’ 
 
Yeldan anî ziman ku di malên enflasyonê an jî di xizmetê de biha bi lezgînî zêde dibin û pêvajoya zêdekirina bihabûnê didome. Yeldan got: “Dema em li daneyên enflasyona meha bihûrî dinêrin, leza zêdekirina bihayan kêm bûye lê belê pêvajoya zêdekirina bihayan didome. Biha li gorî ala berê ji sedî 15 zêde bûye. Hêdîkiya leza zêdekirinê nayê wê maneyê ku biha dakevin. Bilindbûna bihayan didome û lê belê ne di lea berê de ye. Bi tempoyek bêtir hêdîk zêde dibe. Lê dema em lê dinêrin zêdekirina enflasyona li Tirkiyeyê bi qasî sê qatê ya dinyayê ye. Tirkiye hêj yek ji welatên herî rêjeya eflasyonê lê bilinde dibe ye.” 
 
‘KRÎZ FEQÎRIYÊ PÊK TÎNE’ 
 
Yeldan diyar kir ku daketina leza zêdekirina enflasyonê wek “gelek xwezayî” nirxand û got: “Ne butçe ne jî mûçe têra zêdekirina tiştên tên bihakirin dike. Gel ji neçarî fedekariyê dike. Gel di mesrefên tenduristiyê de, di xwarinê de û li ji bo gelek qadên din fedekariyê dike. Krîza aborî êdî ne bi rêya zêdekirina bihayan raste rast ji ber bêkariyê, daxwaza kêm, dahata milî ya kêm û ji ber feqîriya zêde dibe pêk tê. Me krîzê ji ser xwe ne avêtiye. Krîz bandorê li ser xizanî û kêmbûna daxwazê dike.” 
 
MA / Selman Guzelyuz