Esnafên pîşesaziya Wanê: Êdî em nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin

img

WAN- Esnafên pîşesaziya wesayîtan diyar kirin ku ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin û gotin, êdî nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin. 

 
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî sektor yek bi yek top davêjin. Yek ji van sektoran jî sektora pîşesaziyê ye. Esnafên li pîşesaziya Wanê, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin û gotin, hindik maye top bavêjin.  Tûran Ersevînç ku ji sala 1987'an ve li pîşesaziya Wanê wesayîtan tamîr dike, diyar kir ku her diçe barê debarkirinê girantir dibe. Ersevînç, destnîşan kir ku rewşa karê wan qet nebaş e û êdî nikarin alavên wesayîtan jî bikirin û got: "Du sal berê min rûnê wesayîtan bi 150 lîreyî dikirî û wexta min rûnê wesayîtekê diguherand 30 TL ji min re dima. Lê belê niha rûn bûye 250 TL, lê qezenca min jî kêm bûye, bûye 10 lîre. Ji ber vê êdî nikarim heqê sîgortaya xebatkaran, heqê xwarina wan û heftane û mehaneya wan bidim. Benzîn, mazot her tişt biha bûye. Wê heta kuderê dewam bike? Ji ber deriyên sînor hatine girtin kes nikare bazirganiyê jî bike. Wexta mirov nikaribin bixebitin wê çaxê nikarin li wesayîtên xwe jî binerin. Ev yek tesîrê li karê me jî dike. Eger wisa dewam bike em ê dikanên xwe bigirin." 
 
‘BILA DERIYÊN SÎNOR BÊN VEKIRIN' 
 
Esnaf Kazim Ege jî, li pîşesaziyê motoran tamîr dike. Eger, got: "Berê rewşa karê me baş bû. Lê niha qet nebaş e. Tu hêviyek me nemaye. Berê li Gever, Elkê, Elbakê deriyên sînoran vekirîbûn. Bazirganî dihat kirin. Wesayît dihatin vira û me li wan dinerî. Lê niha ji ber deriyên sînor girtîne nayên." 
 
CAR HEYE SERFETIHÊ JÎ NAKIN 
 
Alî Polater ku nêzî 30 sal in li pîşesaziyê tornevaniyê dike, got: "Niha êdî em nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Wexta em fiyetan kêm dikin em dixisirin. Jixwe rewşa karê me nebaş e. Rojê em bi 40-80 lîreyî kar dikin. Ew jî ne heqê lêçûnên me yên rojane ne. Roj heye em serfetihê jî nakin." 
 
Esnaf Servet Beyazit jî, diyar kir ku ji ber krîza aborî her diçe rewşa wan xirabtir dibe û got: "Li cem min sê kes dixebitin lê nikarin heqê wan bidim. Wexta em bi deyn kar dikin vê carê jî kes deynê xwe nade. Berê pîşesazî ji wesayîtan xalî nedibû, lê niha vikîvala ye. Berê me di rûnê wesayîtan pereyekî baş qezenc dikir, lê niha ew jî tune ye. Her tişt pir biha bûye. Ji bo rewşa karê me baş bibe divê bazirganiya sînor dîsa dest pê bike. Em dixwazin deriyên sînor bên vekirin û ji bo vê krîzê çareyeke mayînde bê dîtin."