‘Mahîr Kiliç li dijî neheqiyê têdikoşe'

img

ÎZMÎR-  Komek karker, bi armanca piştgiriyê bidin Mahîr Kiliç ê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ve ji kar hat avêtin û 10 rojin di grevê de ye, li ber şaredariya Îzmirê daxuyaniyê dan. Karkeran diyar kirin ku Mahîr Kiliç li dijî neheqî û bê edaletiyê têdikoşe. 

Şîrketa ÎZENERJÎ ya aydî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê bi sedema doza kadro û mafê xwe yê berê vekirine 271 karker ji kar dûrxistin. Piştî karker ji kar hatin dûrxistin Mahir Kiliç (35) 10 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê têkildarî çalakiya Mahir Kiliç daxuyanî da û diyar kir ku ji ber Kiliç sûcê dîsîplînê kiriye ji kar hatiye dûrxistin. Karker Mahîr Kîliç, bertek nîşanî daxuyaniya şaredariyê da û got: "Ger ku min sûcê dîsîplînê kiribe, çima 270 karkerên din hatin dûrxistin? 
 
Kiliç 10 rojin ji bo mafê xwe bi dest bixe çalakiya grevê berdewam dike. Karkerên ku piştgirî dan wî li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Çalakger Kiliç, berdilka “Ez di grevê de me, karê xwe dixwazim" li xwe kir. Karkeran jî dowîzên “Li Şaredariya Bajarê Mezin qirkirina karkeran heye", "200 karker ji kar hatin dûrxistin" rakirin. Daxuyanî di bin dorpêça polîsan de hat kirin. Nasnameya karkeran di Lêgerîna Ewlehiya Giştî (GBT) re hat derbaskirin. 
 
Ji karkerên şaredariyê Bariş Kaya yê ji kar hatiye avêtin daxuyanî da û wiha got: "Di nava 6 mehan de 200 karker ji kar hatin derxistin. Di nava van karkeran de karkerên ku 25 salin dixebitin û qet rastî ceza nehatine ji hene. Ev qirkirina karkeran e. 200 karkerên ji kar hatin avêtin ji ber ku Endamên Genel ÎŞ'ê ya girêdayî DİSK'ê ne ji kar hatin avêtin.  Sendîka ji ber têkiliyên qirêj bên bi şaredariyan re mafê endamên xwe naparêzin. Zarok, xizm û hevserên sendîkavanan di şaredariyê de dixebitin. Lê dîsa li dijî neheqiyê dengê xwe nakin. 
 
Kaya, da zanin ku Kiliç ji bo mafê xwe 10 rojin di grevê de ye û bertek nîşanî daxuyaniya şaredariyê da û wiha got: "Mahîr Kiliç li dijî nehiqî û bê edaletiyê di çalakiya grevê de ye. Şaredariyê ne tenê Kiliç, hevsera wî, zarokên wî mahkûmî birçîbûnê hişt. Çi tiştê neyînî bê serê Mahîr Kiliç û malbata wî berpirsiyar şaredarî û sendîkaya Genel Îş'ê ye."