Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin

img

ÎZMÎR - Karkerê bi navê Mahîr Kiliç ji bo mafê xwe yê kadro û heqên xwe yên jiyanî bistîne, ji kar hat avêtin û 11 roj e di greva birçîbûnê de ye. Polîsan êrîşê Kilinç kir û ew binçav kirin.

Zextên li dijî karkeran didome, li dijî zextan berxwedana karkeran jî dewam dike. Karkerê bi navê Mahîr Kiliç yê di ÎZENERJÎ'yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê (ÎBB) de dixebite, ji bo mafê xwe yê kadro û heqên xwe yên jiyanî bistîne, ji kar hat avêtin. Li dijî vê bêhiqûqiyê Kiliç 11 roj e li ber ÎBB'ê di greva birçîbûnê de ye. Lê polîsan êrîşê Kilinç kir û ew binçav kirin. Hat diyarkirin ji ber ku Kilinç îşlikê li ser nivîsa "Ez di greva birçîbûnê de me, karê xwe dixwazim" hatiye nivîsandin, hatiye binçavkirin.
 
Kiliç piştî hat binçavkirin, birin Şaxa Ewlehiya Miduryeta Polîsan a Îzmîrê. Hevrêyên Kiliç ji bo piştgiriyê bidin wî li ber miduryeta polîsan rawestiya ne.