Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin

img

AMED – Îsal jî ji ber zêdebûna buhayên sotemenî, ceryan, tov gubre û zêdebûna baca salane, çotkarî nikarin çandiniyê bikin. Ji ber vê yekê cotkar ji neçarî berhem û zadên xwe bi buhayên sala par difiroşin. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim, di serdana xwe ya 4’ê Îlonê de li Amedê diyar kiribû ku ji bo cotkaran “mizgîneyeke” wan heye. Lê belê, wê pakêta aboriyê ya ku wek mizgîniyê daxuyand, îsal jî ruyê cotkarên bajêr nekenand. Cotkarên ku di debra xwe ya Tîrmehê de xisirîn, ji ber buhayên sotemenî, gubre, toxim, ceryan û zêdebûna baca salane nizanin dê çi bikin. Sala çûyîn buhayê tov 1.40 lîre bû, lê îsal bûye 1.80 lîre; sala çûyîn buhayê sotemeniyê di navbera 3.75-4 lîreyî de bû, lê îsal bûye 5.20 lîre; sala çûyîn dermanê genim bi 12 lîreyî bû, îsal bûye 28 lîre. Her diçe lêçûnên cotkaran buha dibin, lê belê buhayên berên wan hîn jî li gor ên sala din in. 
 
‘TU DIÇÎNÎ DERDEK NAÇÎ DERDEK’
 
Cotkar Namik Arslan, anî ziman ku ji ber zeman ew nikarin heqê xwe derxînin. Arslan, diyar kir ku sala çûyîn wan berê xwe bi 94 qurişî difirot û îsal jî ew bi hema buhayî difiroşin. Arslan, got ku Ofîsa Berên Axê (TMO) buha diyar kirine û ev tişt gotin: “Mazot, ceryan, tarktor, gubre, toxim û îcare hemû zem xwarine. Em mecbûr in biçinînin, wekî din tu karek tune. Çavkaniya me ya debarê ev e. Tu diçînî derdek, naçînî derdek.” 
 
Arslan anî ziman ku tu pakêtên ku hikûmet wan aşkere dike bandoreke neyînî li wan nakin û ev tişt gotin: “Derfetên mezin berpêşî cotkarên mezin dikin, lê tu derfetî berpêşî yên biçûk nakin. Masiyê mezin yê biçûk dixwe.” Arslan, got ku ew tu sûdê ji derfetên dewletê wernagirin û heta ew nikarin avdaniyê jî bikin. Arslan wiha got: “Heke ne ji Çemê Dîcleyê be, em ê nikaribin avdaniyê jî bikin. Avê ji Dîcleyê dikişînim. Ji bo vê jî hema bêje rojê 500 lîre heqê ceryanê diçe. Motor rojê bi 500 lîreyî sotemeniyê dixwe. Em di van şert û mercan de çandiniyê dikin.”
 
ÊDÎ COTKAR NIKARIN MAZOTÊ BIKIRIN 
 
Arslan, got ku sala çûyîn debr baş bû, lê belê buha kêm bûn û ev tişt gotin: “Di warê karkeran de pirsgirêka me heye, em nikarin heqê wan bidin. Em hatine wê astê ku nikarin mazotê jî bikirin. Heke buhayê mazot û gubre kêm bibe belkî em karibin li ser piya bisekinin. Welhasil kelam em di nav de man û çû.”