Polîsan li Semsûrê êrîş titûnvanan kir û gelek kes birîndar bûn

img

SEMSÛR - Titûnvanên li Semsûrê qanûna ku cezayê hevsê tîne şermezar kirin, lê polîsan êrîşê çalakvanan kir. Hat gotin ku gelek kes birîndar bûne û hin ji çalakvanan hatine binçavkirin.

Qanûna Torbe şandin Lijneya Giştî ya Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM), li gorî qanûnê kê titûna hûrkirî û pêçayî li kaxizê cixarê yê makaron bipêçe û bazirgniya wê bike, dê ji 3 salan heta 6 salan cezayê hevsê lê bê birîn. Karkerên titûnê li Semsûrê xwestin vê qanûnê şermezar biki, polîsan êrîşê wan kir.
 
Bi hezaran kes li ber Şaredariya Semsûrê hatin gel hev, xwestin ji vir bimeşin Walîtya Semsûrê. Polîsan pêşiya girseyê girt, bi cop û ava şid êrîşê karkeran kir. Di êrîşê de bi dehan kes birîndar bûn. Li ser êrîşa polîsan girse di nav kuçeyan de belav bû, gelek kes hatin binçavkirin.
 
Di vê navberê de dema nûçegîhanê rojnameya Evrenselê Serhat Bugdayci nûçe dişopand û dîmê êrîşa polîsan qeyd dikirin, polîsan Bugdayci binçav kir. Her wiha kesên ji bo nimêja Înê hatibûn mizgeftê jî para xwe ji êrîş û gaza polîsan girtin. 
 
WEKÎLÊ HDP'Ê: LI BER DERÎ BERDAN ME
 
Wekîlê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim çû serdana karkerên li ber şaredariyê. Yildirim diyar kir ku ji bo bûyer zêde nebin, xwestine bi walî re hevdîtinê bikin, lê li ber dêrî berdane wan. Yildirim der barê êrîşa polîsan de jî ev tişt got: "Ev dîmen li Semsûrê nayê. Gel xwest mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne. Lê êrîşê wan kirin. Hin kes birîndar bûn. Me ji walî re got ku em ê daxuyaniyê bidin û belav bibin, lê ev jî qebûl nekirin."
 
Qada ku mudaxale pêk hat, hem cendirme û hem jî polîsên tevgera taybet wekî teqwiye şandin û qan dorpêç kirin.