Titûnvan: Zagon semsûriyan mehkumî karkeriya demsalî dike

img

SEMSÛR – Semsûriyan bertek nîşanî zagona guhertina titûnê dan û gotin: “Çavkaniya debara me tenê titûn e. Titûnê xistin nav siyasetê. Ev zagon dê gel mehkumî karkeriya demsalî bike.” 

Gelê Semsûrê bertek nîşanî zagona nû ya titûnê ku dê di Lîjneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de bê qebûlkirin didin. Semsûriyan diyar kir ku çavkaniya debara wan tenê titûn e û dixwazin çavkaniya debara wan ji destê wan bê girtin. Heke ku Serokomar Tayyîp Erdogan vê zagonê erê bike bêyî ku bêlgeya rayeyê kes nikare çandinî û firotina titûnê pêk bîne. Yên kul i gorî zagonê tevnegerin dê ji 3 salan heta 6 salan ceza li wan bê birîn. 
 
‘ÇAVKANIYA DEBARA ME JÎ KIRIN SIYASIYET’ 
 
Abuzer Hazar (53) ê ku 27 sale karê çandinî û firotina titûnê dike diyar kir ku ew bavê 6 zarokan e û got: “Di salekê de derdora tonek û nîv titûnê diçinînim. Tekane çavkaniya debara min titûn e. Ev zagon bandorek neyînî li ser me dike. Titûna me hildiberand ji bilî Semsûrê me dişand derveyî bajêr jî. Lê ev zagon firotina titûna me asteng dike. Dibêjin ku dê di bin navê koperatîfiyê de bê kirin. Ev yek jî kêrî karê dewlemendan tê. Tenê di destê me de titûna me heye. Titûnê jî kirin siyaset. Hikumet bi vê zagonê dixwaze debara me nebe. Ev zagon wê gelê Semsûrê mehkumî karkeriya demsalî bike. Heke ku titûna me dernekeve derveyî Semsûrê em ê jî xelas bibin.” 
 
‘DEBARA ME RADESTÎ DEWLEMENDAN DIKIN’ 
 
Omer Turgut ê 38 salî ku bavê 5 zarokan e jî da zanîn ku tenê debara wî li ser çandiniya 5 donim titûn e û wiha dewam kir: “Siberoja zarokan tarî dikin. Min 500 kîlo titûn anî bazarê bêyî ez bifiroşim vegeriyam. Dê piştî zagonê keda min biçe çopê. Wê çavkaniya debara bajêr radestî çend dewlemendan bikin. Sererastkirin vê yekê pêş dibîne. Di vê pêvajoyê de dest danîn ser tonek titûna min.” 
 
BANG KIR: ZAGONÊ BETAL BIKE 
 
Titûnvan Mehmet Dogan (35) ê bavê 2 zarokan ku li bazarê titûnê difiroşe jî destnîşan kir ku muameleya “qaçaxiyê” li hember titûna wan ku bi xwêdana eniya xwe kedê didinê tê kirin û got: “Qedexekirina titûnê têr nake bi ser re cezayê pere û hevsê jî didin me. Çi dibe bi me dibe. Em malê xwe bi deyn dikerin û dişînin derve. Dema dest datînin ser titûna me em nikarin pereyê xwe jî bistînin. Titûn tê qedexekirin lê ji me dikujin. Li derve firoşkar tengezariyê nakişînin.” Dogan bang li Serokomar Erdogan kir û xwest vê zagonê betal bike.