Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya "Navenda Cazîbê" ku îktîdarên Tirkiye ji bo pirsgirêka kurdan bi rêbaza aboriyê çareser bike anîn rojevê, 18 sal borî hêj neketiye meriyetê. 10 hikûmet hatin guhertin, lê heta niha razemeniyek nehatiye avakirin û bizmarek hêj nehatiye kutan. 
 
18 salin hikûmetên hatin ser kar, plan danîn pêş xwe da ku pirsgirêka kurd bi tedbîrên aboriyê çareser bikin. Ewil Serokwezîrê berê Bulent Ecevit di sala 1999'an de, piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de ji aliyê hêzên navneteweyî ve radestî Tirkiye hat kirin, plana “Bernameya Navenda Cazibê" xist rojevê. Lê ji wê demê heta niha 4 serokomar û 10 hikûmet hatin guhertin, hêj gav nehatiye avêtin. Herî dawî Serokwezîrê AKP’ê Yildirim salek berê bernameya "Navendên Cazibê ya li bajarên Kurdistanê bi raya giştî re parve kir. Lê heta niha ne quçek hatiye avakirn, ne bizmarek hatiye kutan û ne jî razemeniyek hatiye kirin. Bernameya "Navenda Cazîbe" ya ku piştre hikûmeta AKP'ê da ser milê xwe. Ewil di 14'ê Cotmeha 1999'an de li gorî xala 4456'an bername hat derxistin. 
 
Piştî bername hat aşkerekirin biryar hat dayîn ku di çarçoveya bernameya "Navenda Cazîbeyê" de; a) Piştgiriya Xizmeta Piştevaniyê, b) Avakirina Herêma Pîşesaziya Organize c) Piştgiriya Alîkariya Avahiyên Fabrîqê yên ku klît teslîm dikin. ç) Piştgiriya razemeniya Krêdiya Bê Faîz, d) Piştgiriya krêdiya kar a Faîza Kêm e) Piştgiriya karsazan a yên dixwazin kargeriyên xwe veguhezin, f) Avakirina Navendên daneyan ..." biryarên teşwîkê têxin meriyetê. 
 
Piştî hikûmeta Bulent Ecevit Partiya Çep a Demokratîk a 57’an bi ANAP û MHP’ê re koalisyon ava kir, di 4'ê Cileya 2002'an de dîsa li gorî xala 4734'an heman bername nû kirin. Piştî koalîsyona 3 partiyan AKP hat îktîdarê û 15 salin AKP her dem vê bernameyê dide pêş xwe û bêyî ev bername têkeve meriyetê dubare dibe. Hikûmeta AKP'ê ya 59'an ku Tayyip Erdogan Serokê wê bû, di 28'ê Hezîrana 2008'an de bernameya di navbera salên 2009- 2011'an de da pêş xwe. Hikûmeta 61'an a AKP'ê di 17'ê Tîrmeha 2011'an de dîsa taahhuda bernameyê nû kir. 
 
SEROKWEZÎR MIZGÎNÎ DA: 23 BAJAR DÊ BIBE NAVENDA CAZÎBÊ
 
Piştî Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji peywirê hat girtin û li şûna wî Serokwezîr Bînalî Yildirim hat tayînkirin, Yildirim hat Amedê û Mizgîniya Navenda Cazîbê ya 23 bajaran da. Beriya Navenda Cazîbe Projeya Anatoliya Başûrê Rojhilat (GAP) xistibûn meriyetê. Piştî 1999'an navê GAP'ê hat guhertin û vê carê plan û projeya Navenda Cazîbê xistin meriyetê. Serokwezîr Yildirim û kizîrên xwe bi girseyek mezin hatin Amedê û got "Me li 23 bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat di nava 10 salan de bernameya rakirina herêmê danîne pêş xwe."  Yildirim, diyar kir ku dê li 23 bajaran 67 hezar avahiyan ava bikin û got: "Li Êlih, Amed û Meletiyê dê 3 stadyumên nû ava bike. Ji bo avakirina kargeriyan dewlet dê cih bide karsazan. Dê dewlet avahiyên fabrîqeyan ava bike û bi kirê bide karsazan. Dewlet dê alav û amûrê maşîneyên fabrîqeyan bê faîz bide karsazan. Dê li 23 bajaran her sal 10 fabrîqeyên nû ava bike. Dê pêdiviyên dewletê ji van fabrîqeyan saz bike. Dê di 4 salan de sektora cemaweriyê û sektora taybet bi 140 milyar dolaran razemeniyê bike. Her sal dê ji bo 200 hezar kesan qada îstîhdamê ava bike. Dê li herêmê nexweşxaneyên nû, navendên tenduristiya diran û dev navenda zarok û ciwanan a werzîşê ava bike."  Yildirim piştî wekî mizgîniya razemeniyê da, ji Amedê vegeriya. 
 
LI ŞÛNA NAVENDA CAZÎBÊ OHAL HAT ÎLANKIRIN
 
Serokwezîr Yildirim piştî vê daxuyaniyê li şûna van sozên xwe têxe meriyetê hikûmetê bi hinceta hewldana 15'ê Tîrmehê di 20'ê Tîrmehê de OHAL li Kurdistan û tevahiya Tirkiye îlan kirin. Di 22'ê mijdara 2016'an de li Lijneya Wezîran de Yildirim Navenda Cazîbeyê dîsa ji bo cîna navîn a Kurdan ev bername taahhut kir. Bernameya ku Serokwezîrê Berê Bulent Ecevît û Bernameya Bînalî Yildirim dan pêş xwe û soza razemeniyê xal bi xal mîna hev bûn. Lê ji wê demê heta niha 10 hikûmet hatin guhertin. Serokomar Suleyman Demirel, Ahmet Necdet Sezer, Abdullah Gul û Tayyip Erdogan îmze avêtin bin van projeyan, lê hêj ev proje û Navendên Cazîbeyê neketine meriyetê. 
 
375 FÎRMA LI BENDA BERSÎVA HIKÛMETÊ NE
 
Li bajarên Semsûr, Agirî, Erdexan, Êlih, Bayburt, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xerpêt, Erzîngan, Erzirom, Gumuşxane, Colemêrg, Wan, Îdir, Qers, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Dersimê dê bi 140 milyar dolar razemenî hatiba kirin. Her sal dê ji bo 200 hezar kesan kar hatiba dîtin. Piştî Serokwezîr bername aşkere kir, li Amedê 375 firmayan bi daxwaza 6.5 milyar razemeniyê 8 meh berê serî li rayedarên dewletê dan. Lê hêj bersîv nehatiye dayîn. 
 
TEŞWÎK NEBÛN QADA DEBARÊ
 
Ji 2006’an heta niha tenê li Amedê "Belgeyên teşwîka razemeniyê" ku hatin dayîn encama wan wiha ye: “Di sala 2006'an de 19 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. Heqê razemeniya sabît 36 milyon TL ye. 409 kes dikarin jê îstîhdamê bikin. Di sala 2007'an de 26 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. 128 milyon TL heqê razemeniya sabît e. 613 kesan dikaribû îstîhdam bikin. Di 2008'an de 10 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. Bi 14 milyon TL heqê razemeniya îstîhdamê ye. 239 kes dikarin jê îstîhdamê bigirin. Di 2009'an de 28 belgeyên teşwîkê hatin razandin. 109 milyon TL. heqê razemeniya sabît e. 739 kes dikarin îstîmdam bikin. Di 2010'an de 85 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. 249 milyon TL heqê îstîhdama sabît e. Hezar û 948 kes dikarin îstîhdam bikin. Di sala 2011'an de 65 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. 204 milyon TL heqê razemeniya sabît e. Hezar û 203 kes dikarin îstîhdam bikin. Di sala 2012'an de 64 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. 339 milyon TL razemeniya sabît e. 2 hezar û 622 kes dikarin îstîhdam bikin. Di sala 2013'an de 109 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. 847 milyon TL heqê razemeniya sabît e. 4 hezar û 63 kes dikarin îstihdamê bikin. Di sala 2014'an de 116 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. 3 hezar û 734 kes dikarin îstihdam bikin. Di sala 2015'an de 99 belgeyên teşwîkê hatin dayîn. Razemeniya sabît 461 milyon TL, 3 hezar û 886 kes dikarin îstîhdam bikin. 
 
Her çend li herêmê 621 belgeyên teşwîkê hatin dayîn jî dîsa di nava bajarên Tirkiye de bajarê herî zêde betalî lê zêde ye. Di van teşwîkan de tenê 19 hezar û 504 kesan îstîhdam kirin. Tevî van teşwîkan rêjeya betaliyê li Êlihê ji sedî 23.4, li Mêrdînê ji sedî 20.6, li Sêrtê ji sedî 20.5, li Şirnexê j sedi 20.1, li Amedê ji sedî 18.7 betalî heye. 
 
Li gorî Lêkolîna Rêzkirina Pêşketina li Gorî Civakî û Aborî ya Herêmê (SEGE) ya 2011'an, Amed di qademeya dawî de ye. 
Di qada razemeniya tenduristiyê de jî ji sala 2014'an û şûnde ji her 573 kesan hekimek heye. Dîsa ji her 545 kesan hemşireyek dikeve. Li Amedê jî, ji 661 kesan hekîmet û 502 kesan hemşîreyek heye. 
 
MA / Sedat Yilmaz