Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU dest ji xebata rojekê berdan

img

ENQERE – Endamên TEZ-KOOP Kar ên Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU, ji ber ku meaşên wan nayin dayîn, dest ji xebata rojekê berdan 

Xebatkarên Komeleya Mezûnên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) ên endamên TEZ-KOOP-ÎŞ diyar kirin ku ew mafê xwe yê ne xebitînê bi kar tînin û dest ji xebata rojekê berdan.   
 
Serokê Şaxa TEZ-KOOP-ÎŞ ê Enqerê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Meaşê endamên me yan derenk tê dayîn an jî, bi awayekê taksit tê dayîn. Ji ber ku li welatê me jiyan bûha bûye, pirsgirêkên derbarê tên jiyîn. Em dixwazin demildest ev pirsgirêka endamên me bên çareser kirin.”