Hinarên Pirsûsê bi tunebûnê re rû bi rû ne

img

RIHA - Hinarê Pirsûsê ku ji hêla tehmê ve li herêmê bi nav û deng in, ji ber êş û pirsgirêka avê bi tunebûnê re rû bi rû ne.

Hinarên navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku ji hêla tehma xwe ya radîşo ve li herêmê bi nav û deng in, ji ber êş û pirsgirêka avê ji erdan tên rakirin. Baxçeyên hinaran ku li taxa Elîgor gelek in, yek bi yek tune dibin, ava ku hat dayîn jî ji tunebûna hinaran re nebû çare. Hilberînerê hinaran Bozan Kîp diyar kir ku salên berê ji ber darên hinaran gundê wan nedihat xwanêkirin. 
 
AV DEWLETÊ!
 
Kîp ku ji sala 1979'an ve li gundê Sêkaniyê bi hinaran debara xwe dike diyar kir ku ji ber pirsgirêka avê gelek gundiyên wan darên xwe yên hinaran rakirine û wiha got: "Bîrên me yên berê hebûn. Min darên xwe li ber van bîran yekê danî. Her sala ku çû ava bîrê jî kêm bû. Niha ava bîrê ziwa bûye. Paşê ji bo ku darên min hişk nebin, min bi ava kirînê darên xwe av da. Hatina avê ya Pirsûsê niha xesarê dide min. Ez ji bo baxçeyê xwe yê hinaran avê dixwazim lê nadin min. Lê li cihekî din 23 donim erdê min di bin avê de maye û bûye teqan. Ji bo baxçeyê min jî ava xetê girê nadin. Lê ji bo min 2 hezar û 70 TL pereyê avê hatiye. Me bi avên ku ji birîn berê derdikevin baxçeyê xwe av dida. Niha pereyê vê avê jî ji min digirin. Dema sedema vê yekê dibipirsim ji min re dibêjin ku ev av jî ava dewletê ye."
 
'DÊ LI ŞÛNA HINARAN CEH Û GENIM DEYNIM'
 
Di berdewamê de Kîp destnîşan kir ku 710 darên wî yên hinaran hene û salên berê heta 36 tonan jî hinaran ji darên xwe girtiye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Îsal ez ê hinek darên xwe bibirim. Dema êş dikeve wan dermanên ku em dikirin kêrî wan nayin. Ji bo her dermankirina baxçeyekî 700 TL pereyê min diçe. Ji bo girêdana xeta avê hin kes hatin lê çareserî nedîtin. Her sal baxçe kêm dibin. Heke wiha bidome ji ber ku av tuneye ez ê jî darên xwe rakim û li şûna wan ceh û genim deynim. Bila çêlekên min bixwin çêtir e. Hinarên Pirsûsê bi tunebûnê re rû bi rû ne."