Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin

img

WAN – Bihabûna zêran bandorê li ser firotinê dike. Zêrfiroşên li Wanê diyar kirin ku qeweta wan a kirîna zêran daketiye û ji ber vê yekê nikarin zêran bifiroşin û hatine wê astê ku deriyên dikanên xwe qefle bikin. 

Bihabûna rojane a zêran her ku diçe zêde dibe bandorê li ser zêrfiroşan û kesên zêran dikirin jî dike. Zêrfiroşên li Kolana Cumhuriyetê ya Wanê anîn ziman ku ji ber bihabûna zêran firotina zêran daketiyê û hatine wê astê ku deriyên dikanên xwe qefle bikin. 
 
‘ZÊRFIROŞÎ TUNE DIBE’ 
 
Zêfiroş Sînan Çaglar destnîşan kir ku fiyeta çariyekek zêr gihîştiye 273 lîreyan ji ber vê yekê qeweta wî nagihîjê ku zêran bikire û fiyeta nîvzêrek 570 lîre û fiyeta zêrê tam jî derketiye hezar û 70 lîreyî. Çaglar wiha axivî: “Niha çariyek zêr jî nayê sitendin. Rewş ev e. Her roja ku diçe mirov nikarin zêran bikirin. Tişta em jê re dibêjin ‘bin balgî’ jî êdî nemaye. Ji ber vê yekê kirin û firotin jî daketiye. Sektora me bi tunebûnê re rû bi rû ye.” 
 
‘EM Ê DIKANÊN XW BIGIRIN’ 
 
Çaglar diyar kir piyasaya zêran her ku diçe ne baş dibe û got: Heke wisa berdewam bike em neçarin ku dikanên xwe bigirin.” 
 
‘EM NIKARIN PÊŞDÎTINÊN XWE AŞKERE BIKIN’ 
 
Zêrfiroş Sadî Olmez jî bal kişand ser bihabûna zêran û wiha got: “Zêdebûna bihbûna piyasa zêran a dawî bandorek neyînî li ser me kir. Em ne li benda ewqas bihabûnê bûn. Dibe ku ev rewş ber bi xerabiyê ve jî biçe. Her ku zêr biha dibin mişteriyên me jî kêm dibin. Vê serdemê karê me rawestiyaye. Heke ku wisa dewam bike dê kes nikaribe zêran bikire. Ji ber ku mirov ji rîskên wisa ditirsin.” Olmez destnîşan kir ku ji ber her roj bihayê zêr û dolaran diguhere ew nikarin pêşdîtinên xwe aşkere bikin û her ku dolar biha bibin dê bandorek mezin li ser zêran jî bike.
 
‘REWŞA BAZIRGANIYÊ NE BAŞ E’ 
 
Satikullah Altindag jî anî ziman ku salên dirêjin zêrfiroşiyê dike û wiha axivî: “Hem kirîtin û hem jî firotina zêran bi awayek lez diguhere. Bazirganiya em dixwazin jî ne di rewşek baş de ye. Rewşa bazirganiyê di bin rewşek em li bendêne de ye. Niha firotina zêrên çariyek rawestiyaye.”