‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’

img
AMED – Li Bazara Semtê ya Jiyanê ku Şaredariya Rezanê xebata tevî mêran li jinan ferz dike Fatma Dogan, anî ziman tevî hemû polîtîkayên devjêberdanê û şert û mercên zor û zehmet ên xebatê jî ew ê tim ji derheqê ya zor derkevin. 
 
Şaredariya Rezanê, ji bo keda jinê xuyangtir bike di sala 2013’an de Bazara Semtê ya Jiyanê ava kir. Ev bazara ku nêzî 80 bazarvanên jin lê hene. Fatma Dogan (38), ji roja ku bazar hatiye avakirin dixebite, anî ziman ku ew di şert û mercên zehmet de li hemberî polîtîkayên zext û zoriyî yên mêran têdikoşin û wiha got: “Em hewl didin bi zorê ji derheqê zoriyê derkevin.” 
 
Dogan, got ku dema wê ewil li bazarê dest bi kar kiriye zaf kêfxweş bûye. Dogan anî ziman ku lê belê tim gotinên “Hûn nikarin vî karî bikin”, “Bazarvanî karê mêran e” li wan hatine ferzkirin û bi vî awayî mêran xwestiye ew dev ji vî karî berdin. Dogan, diyar kir ku li gel evqas tiştan jî 4 sal in ew bazarvaniyê dike. Dogan, anî ziman ku beriya bazarê ew li tu derî nedixebitî û 18 salan li malê bûye û dayiktî kiriye. Dogan, dest nîşan kir ku lê belê bi saya bazarê ew hînî zor û zehmetiyeke din jî bûye û her wiha ew hînî divê ehlaqê esnafekê/î çawa be bûye. Dogan, diyar kir ku dema nû bazar hat avakirin derdora wan destek daye wan û ew jî ji bo vê yekê tev geriyane. Dogan ev tişt gotin: “Em bi hêz û xwesteka xwe bi ser ketin. Di vî warî de gelek kesan destek da me. Şaredariyê ji me re gotibû ev der aîdî jina ye. Lê belê ev saleke ew soz bi cih nayê. Îdia kirin ku bazarvanên mêr mexdûr in û bazara me ji bo wan vekirin.” 
 
‘EM DI ŞERTÊN ZEHMET DE DIXEBITIN’ 
 
Dogan balê kişand ser zext û zoriyên ew bi wan re rû bi rû dimînin û ev tişt gotin: “Em razî ne bi 40-50 lîreyî bixebitin, lê belê em ê tu carî jî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Hevalên me yên diçin halê, sibehê zû saet di 6’an de radibin. Hewldaneke ku divê em dev jî vî karî berdin heye. Lê dîsa jî me dev jê berneda. Em diçin halê, em 10-15 qase mal dikirin lê bazarvanên mêr 50 qasî dibe û difiroşe. Lê kes musadeyê nade me. Da em jî hinekî xwe bidin ser hev. Tim riya me dibirin. Her wiha şert û mercên zivistanê jî bandorê li karê me dike. Em li derve li ser qeşayê agir vêdixin û hewl didin karê xwe bikin.” 
 
Dogan, anî ziman ku li gel hemû zor û zehmetiyan jî ew ji derheqê zoriyê dertên