Ji Dîlokê daxwaza ‘Ne OHAL demokrasî'

img

DÎLOK - Hevaparên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ên Dîlokê,  di çarçoveya kampanyaya “Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin” de li hev civiyan û banga “Ji bo hemû kesê demokrasî û edalet” kirin.  

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Bînesaziya Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi daxwaza OHAL rabe, di çarçoveya kampanyaya “Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin” de, li Dîlokê civîna çapemeniyê lidarxistin. Civîn li Nûnertiya Herêmê ya Dîlokê ya DÎSK’ê hat lidarxistin. Nûnerê Herêma Dîlokê ya DÎSK’ê Alî Guducu, Berdevkê Demî yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Dîlokê Alî Ersonmez, Serokê Odeya Bijîşkên Kîlîs-Dîlokê Hamza Agca, Serokê Şaxa Odeya Endesyarên Dîlokê Hasan Ozgur Gîrîşken û gelek kes beşarî civînê bûn. Di civînê de Serokê Nûnerê Herêmê Dîlokê ya DÎSK’ê Hamza Guducu daxuyanî da û wiha axivî: “Ev 16 mehin welat bi OHAL’ê tê birêve birin. Di pêvajoya derbas bûyî de li welat pêkanînên keyfî û bê hiqûqî pir zêdebûn.”
 
JI BO HEMÛ KESÊ DEMOKRASÎ Û EDALET
 
Guducu, di dawiya axaftina xwe de wiha got:  “Siyasetmedarên bi vîna gel hatin hilbijartin û aktîvîstên mafê mirovan ji ber ku li dijî bê mafiyan derketin hatin girtin û binçavkirin. Mafê me hemûyan heye ku em li welatekê ku lê demokrasî û azadî ava bûyîn de, bijîn. Em ji bo hemû kesê demokrasî û edaletê dixwazin.”