Ji ber bihabûna kayê, pincarê garis didin sewalên xwe

img

ÎDIR – Li Îdirê ji ber bihabûna kayê şêniyên gundan berê xwe dan pincarê garis û sewalên xwe bi bi giyayê garis xwedî dikin. Gundiyan got “Sewalên me pûş û pincarê garis naxwin lê em neçarin vî giyayî bikin êmê sewalan." 

Gundiyên zozanên Îdirê û bajarên derdorê ku sewalan xwedî dikin ji ber hewa sar û barîna berfê daketin gundan. Welatî bi mehan li zozanan dimînin û her sal bi destpêka hewa sar re dadikevin gundan. Welatî li gundan ji bo xwedîkirina sewalan ka, giya, ceh, nefel û garis stok dikin. Welatiyên gundê Karakuyu yê Îdirê ji ber bihabûna kayê serî li rêbazek alternatîf dan û li şûna kayê giyayê garis tercîh dikin. Gundî dibêjin ku ew ji neçariya bihabûna kayê giyayê garis didin sewalên xwe. 
 
Ahmet Haşîmoglu yê ji gundê Karakuyu destnîşan kir ku ji ber bihabûna kayê dest bi giyayê garis kirine û got: “Me sewalên xwe ji zozanan anî. Ji ber zivistana dijwar a herêmê sewalên me bi mehan di axûran de dimînin. Ji bo xwedîkirina sewalan em giya, ka û nefel stok dikin.”
 
BIHAYÊ KAYÊ FIRIYA YE
 
Haşîmoglu anî ziman ku balyeyek garis bi 11 lîreyan dikirin û wiha axivî: “Giyayê garis li ber salên bihûrî bihatir e. Balyayek ji 17 kîloyan pêk tê. Ji ber bihabûna kayê ji neçarî me berê xwe da giyayê garis. Em ji bilî nefel û kayê tiştek din nadin sewalên xwe. Lê îsal ji ber bihabûna kîloya kayê ji lîreyekî bihûrî em neçar man ku giyayê garis bikirin. Sewalên me giyayê garis naxwin lê ji neçarî em didin wan. Wek din tu alternatîfa me tune ye. Zivistanê li vir xwedîkirina sewalan zehmet e. ji ber ku sewal 3-4 mehan di axûran de dimînin. Li şûna ku diçin ji derveyî welat sewalan dikirin, bila ewil bihayê ka û ceh kêm bikin.”