Dê li dijî OHAL’ê têkoşînê bidin

img

ENQERE - Di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê de “Ne OHAL, Demokrasî” forumê dest pê kir û 4 rêxistin dê li dijî OHAL’ê banga têkoşînê bikin. 

Berî demekî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê bal kişandibûn ser OHAL’ê û ji bo OHAL'ê bê rakirin kampanya dabûn destpêkirin. TMMOB'ê li salona Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) forum pêk anî. Di forumê de berdevkên sendîkayan, rêvberên rêxistinan û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Wekîla CHP'ê Şenal Sarihan û Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmoglari jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
 
Di salonê de ji 7 rengên cuda fîlamayên "Ne OHAL, Demokrasî" hat dailqandin. Di axaftina vekirinê de hat gotin ku dê foruma duyemîn di 17'ê Kanûnê de pêk bê û ev tişt hat gotin: "Em ê bi têkoşînê ji vê belayê rizgar bibin."
 
BEKO: EW ÇI DIXWAZIN DIYAR E, EM Ê ÇI BIKIN GIRÎNG E
 
Serokê DÎSK'ê Kanî Beko bal kişand ser OHAL'ê û aşkera kir ku 16 meh e OHAL û KHK dewam dikin û li dijî vê dê têkoşînê esas bigirin û ev tişt got: "Em niha nîqaş dikin ku em ê OHAL û KHK'ê çawa wêde bikin. Em ê fikrên xwe yên di vê der barê de bi gel re parve bikin. Em ê li dijî desthilatdariya siyasî, li gel hêzên demokrasiyê bin û mil bi mil têkoşînê bimeşînin. Ew çi dixwazin diyar e, em çi bikin ew girîng e."
 
Beko piştrast kir ku hikumetê bi OHAL'ê derbeyeke nû xistiye dewrê û wiha got: "OHAL ji armanca wê dûr xistin û veguheriye rejîmekê. Rola meclis hat sînorkirin. Hemû muxalîfan wekî 'terorîst' îlan dikin. Dema her kesî bê deng bikin, dixwazin rejîmê biguherînin." Beko da zanîn ku krîterên hikumetê yên "neteweyî û xwecihî" xapandinê esas digirin û wiha pê de çû: "Bi taybetî di dozên Girava Manê û Zerrab de diyar bû. Tişta ji bo me neteweyî kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo me welat Veysel Atilgan e."
 
'EM MIL BIDIN MILÊ HEV'
 
Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen diyar kir ku bi hev re meşîn girîng e û ev tişt anî ziman: "Em wekî rêxistinên ked û pîşeyî bê ewlehî ne. KHK'ê ku derxistin encamên wan diyar in. Her tiştî ji bolê radikin. Êrîşên herî mezin ên OHAL û KHK'ê li dijî jinan pêk hatin. Me wekî rêxistinên ked û pîşeyî me referandum qezenc kir. Em dikarin dîsa jî qezenc bikin." Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaz jî got ku "OHAL'ê ji bo gel bitirsînin dewam dikin" û wiha axivî: "Tu hikumetên ku dewlemendiyên xwe pêşkêşî hevkarên biyanî bike, çavkaniyên welat ji bo wan xerc bike û zilmê li gelê xwe bike, ne rewa ye."
 
TU SEROKÊ DTO'YÊ BÎ EV SEDEMA ÎXRACÊ YE!
 
Serokê TTB'ê Reşît Tukel jî xwest OHAL bê rakirin û ev nirxandin kir: "Gel li dijî derbeyan derket, lê OHAL'a di bin navê têkoşîna li dijî derbeyan îlan kirin, muxalîfan tasfiye dikin. Di vê pêvajoyê de 3 hezar û 242 dadger hatin îxrackirin." Tukel destnîşan kir ku wî 5 salan serokatiya Odeya Tabîbên Amedê (diyarbakir) kiriye û ev tişt got: "Heke tu serokê Odeya Tabîbên Amedê bî, ev sedema îxracê ye. Ji ber ku ev beş têkoşîna aştî, azadî û kedê didin, êrîşê wan dikin."
 
Forum, bi axaftinên berdevkên partiyên siyasî dewam dike.