Rojê 300 kîlo masi tên kuştin

img

WAN - Masîvanên ku îsal cara ewil torên xwe avêtin Gola Wanê, rojê di navbera 120-300 kîloyî de masiyan zevt dikin. Masîvanên ji bo debarê neçîra masiyan dikin masiyan bi erzanî difiroşin. 

Li Taxa Îşkîrt a girêdayî navçeya Westan a Wanê, wextê zevtkirina masiyan dest pê kir. Masîvanên sibehê zû di lingên wan de gîzme û li ser wan berbarankên wan tên lîmanê. Paşê sisê sisê li lotkeyên xwe siwar dibin. Masîvanên ku rojek berê torên xwe avêtine golê, roja dinê diçin cihê ku tor avêtinê û wan dikişînin. Masîvaneke bi meqareyê torê dikişîne û herduyên din jî masiyên di torê de derdixin û wan davêjin depoyê. Masîvan heta danê êvarî vî karî dubare dikin û herî dawî torên xwe dîsa davêjin golê û vedigerin malên xwe. Masîvan, masiyên zevt kirine bi komî difiroşin. 
 
Bunyamîn Degîrmencîoglû ku 12 sal in masîvaniyê dike, diyar kir ku lê 7 sal in ew neçîra masiyan dike û wiha got: "Em sibehê zû torên xwe yên ku 10 metre dirêj in û rojek berê me ew avêtine golê derdixin. Em ji aliyekî ve masiyan berhev dikin li aliyê din jî em li ber dîmeneke xweşik taştêya xwe dixwin. Zivistanê herî zêde em rojê 300 kîlo masî zevt dikin. Roj jî heye em 50 kîloyî zevt dikin." 
 
'WEXTEKÊ BUHA BÛN LÊ...' 
 
Degîrmencîoglû, dest nîşan kir ku ji ber buhabûna mazotê rewşa karê wan nebaş e û ev tişt gotin: "Hûn tim li masiyan dipirsin, lê nabêjin ka mazot bi çiqasî ye? Ji ber lotke bi mazotê dixebitin, carinan bi zorê em heqê mazotê derdixin. Lotkeyek rojê di navbera 100-200 lîreyî de mazotê dixwe. Em 150 lîreyî jî didin xebatkarên xwe. Ji bo em wan lêçûnan bidin divê herî kêm em 500 lîreyî qezenc bikin. Demekê kîloya masiyan baş bû, lê niza bi zirarê tê firotin. Berê bi kîloyek masî 2-3 lître mazot dihat kirîn. Lê niha em 10 kîlo masî difiroşin, ancax pê 2 lître mazot tê." 
 
Degîrmencîoglû, anî ziman ku hemû masîvan ketine tora tomerîfiroşan. Degîrmencîoglû dest nîşan kir ku tomerîfiroş bi erzanî dikirin buha difiroşin. Degîrmencîoglû, diyar kir ku lê wan îsal bi awayekî baş dest bi serdema masiyan kiriye. Degîrmencîoglû got ku dewlet tu destekê nade masîvanan û wiha domand: "Heke dewlet van masiyan bikiriyana, belkî fêdeya wê hebûna. Ji ber dewlet nakire, em û bextê tomerîfiroşan rû bi rû dimînin." Degîrmencîoglû got ku di serdemekê de herî zêde ew 45 rojan dixebitin û piştî 45 rojan şûnde masî koçî herêmên ku ew xwe nagihîninê dikin. Degîrmencîoglû ev tişt gotin: "Em rojê 19-20 torî davêjin golê. Heke masî zêde têkevinê em li gor wê torê davêjinê. 20 torên me hene, em ji sibehê heta êvarî wan derdixin û paşê dîsa davêjin. Em kîloya wan di navbera lîre û 50 qurişî de difiroşin. Mixabin ev me xelas nake." 
 
'HEKE WISA BIÇE DÊ MASÎVANÎ JÎ BIQEDE' 
 
Ferdî Tayfûr ku rojê bi 70 lîreyî li ser lotkeyê dixebite anî ziman ku 8 sal in ew di vî karî de dixebite. Tayfûr, anî ziman xwazî bila masî bên zevtkirin an neyên zevtkirin lotkeya ku derket rojê 180 lîre mesrefê wê heye. Tayfûr, got ku tomerîfiroş bi lîre û 20 qurişî masiyan ji wan dikirin, lê belê li ser dezgehan bi 5 lîreyî tên firotin. Tayfûr wiha axivî: "Îsal mazot zaf buha bûye, her roj em dixisirin. Heke wisa dewam bike wê mirov dev ji masîvaniyê berdin. Mazot masîvaniyê qedand. Ji ber buhabûna mazotê êdî masîvan nikarin karkeran bidin xebitandin. Çend kes tên gel hev û bi hevkariyî dixebitin. Ancak dikarin wisa bixebitin. Niha li lîmanê xwediyê du lotkeyan tên gel hev û bi yekê diçin. Ev ji ber buhayên mazotê ye." 
 
Tayfûr diyar kir bi çûn û hatinê ew rojê 30-40 metreyî diçin û wiha got: "Ne wek wesayîtê ye. Ji ber ev perwane ye, mazot zêdetir diçe. Serê torê 10 kîlo masî dikevê. Tora herî baş 15 kîloyan zevt dike. Em rojê herî zêde 20-30 torî davêjin. Ji ber zivistanê roj kurt in, ev dadikeve 7 toran. Lotkeyek rojê 120 kîlo masî, di roja herî bi bereket de jî 300 kîlo masî berhev dike. Di serdemekê de masîvanek herî zêde di 7 caran de nêzî 300 kîlo masî zevt dike." 
 
MA / Mujdat Can