‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’

img

WAN - Galerîvanên li Wanê, diyar kirin ku buhayê benzîn, mazot û bacê gelekî zêde bûye û li Wanê di piyaseya maşîneyên kevin de jî krîzeke kûr heye û ev tişt gotin: "Roja pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir. Ji ber ku hemû aborî ji bo şer tê veqetandin."

 
Her roja ku derbas dibe krîza li Tirkiyeyê bêhtir xwe dide der û bandoreke xirab li ser hemû sektoran dike. Ji vê krîzê kesên di sektora maşîneyan de kirîn û firotinê dikin jî gelekî bandorê jê digirin. Ji ber ku li Wanê jî buhayê benzîn, mazot û bacê zêde bûye, galerîvan jî tengijîne. Galerîvanan da zanîn ku Baca Maşîneyên Bimotor (MTV) gelekî zêde ye, li bajêr kirîn û firotina maşîneyên kevin ber bi qedandinê ve çûye. 
 
DIKAN YEK BI YEK TÊN GIRTIN
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Sîteya Galerîvanên Riya Armûşê Cesîm Guneş, destnîşan kir ku her roja ku derbas dibe bac zêde dibe û wiha got: "Ji ber ku welatî ji bo maşîneyekê 3-4 hezar TL bacê didin, kes maşîneyan nakire. Yên distînin jî vê carê lîtreya mazotê derketiye 6 TL'yî û kes nikare bikire." Guneş aşkera kir ku bazirganî li Wanê rawestiyaye û wiha pê de çû: "Her roj esnafek dikane xwe digire. Heke wiha dewam bike dê kes nikaribe nan jî bibe mala xwe."
 
'HEMÛ ABORÎ DIÇE ŞER'
 
Guneş piştrast kir ku sedema vê krîzê qedandina pêvajoya çareseriyê ye û destpêkirina şer e û di vê der barê de jî ev tişt got: "Roja pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir. Di dema pêvajoya çareseriyê de rewşa her kesî baş bû. Her kesî bazirganî dikir. Niha li Tirkiyeyê krîz heye û her kes para xwe ji vê krîzê digire."
 
ESNAF KAR NAKE
 
Necmettîn Siyahtaş da zanîn ku ew bi salan e karê galeriyayê dike, ew jî ji ber ku kar nake tengezar e. Siyahtaş anî ziman ku di salên dawî de ew bi tengasiya herî mezin û krîza aborî re rû bi rû ne û wiha axivî: "Sedema wê zêdebûna bac, buhayê mazot, benzîn, OTV û MTV'ê ye. Dema em maşîneyên pêwîstî pê heyî nabînin û nafiroşin, em nikarin tu karî bikin. Buhayê hemû maşîneyan derketiye du qatî. Vê carê kes nikare bikire jî."
 
Siyahtaş da zanîn ku li welatên wekî Îranê buhayê benzînê 1 TL ye, lê li Tirkiyeyê 6 TL ye û sedema vê jî bi siyasetê ve girêda. Hasan Kahraman ê karê galeriyayê dike jî derbirî ku sektora wan di dema xwe ya herî xirab de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi zêdebûna MTV'ê re, her tişt guherî. Berî 3 salan li van deran rewş baş bû, kar hebû. Niha em nikarin kar bikin." Kahraman piştrast kir ku şerê li herêmê û OHAL jî karê wan gelekî xirab dike û gwiha got: "Ne tenê em, hemû esnaf nikare bixebite."