DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be

img

STENBOL - Berî ku heqdestiya herî kêm  bê diyarkirin, rapora ku DÎSK-AR'ê amade kiribû, Serokê Giştî Kanî Beka rapor parve kir. Beko da zanîn ku divê heqdestiya asgarî 2 hezar û 300 TL be.

Berî heqdestiya herî kêm bê aşkerakirin, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), rapora ku amade kiribû aşkera kir. Rapor DÎSK-AR'ê amade kir û Serokê Giştî Kanî Beko rapor li navenda giştî ya li Beşîktaşê parve kir. Di salona civînê de pankarta "Heqdestiya asgaarî ne heqdestiya fedekariyê ye" hat vekirin, Beko da zanîn ku divê di sala 2018'an de heqdestiya asgarî 2 hezar û 300 TL be.
 
Beko diyar kir ku ji xwe kesên bi heqdestiya asgarî dixebitin, fedekariyê dikin û wiha got: "Heta heqdestiya asgarî zêde nebe û dê ji hateya neteweyî par neyê girtin. Bi milyonan karker bê sendîka ne û beyî peymana komî hebe dixebitin. Sedî 30'yê xebatkaran bê ewlehiya civakî dixebite. Li welatê me, li gorî Ewropayê dema xebatê zêde ye. Hêj heqdestiya asgarî pêwîstiyên gel pêşwazî nake."
 
'HEQDESTIYA ASGARÎ LI HEMBERÎ DOLAR HELIYA'
 
Beko destnîşan kir ku di sala 2017'an de li heqdestiya asgarî 7.9 zem hatiye kirin û rêjeya enflasyonê ya meha Mijdarê 12.98 bûye û ev tişt got: "Zema sala çûyî li heqdestiya asgarî de pêk hati di bin rêjeya enflasyonê de ma. Bi vê re di sala 2017'an de heqdestiya asgarî li hemberî enflasyonê nêzî sedî 4,5 winda kir." Beko diyar kir ku piştî TL winda kir, heqdestiya asgarî her ku çû heliya û wiha pê de çû: "Di serê sala 2008'an de, heqdestiya asgarî mehê 414 dolar bû, di meha Kanûnê ya 2017'an de daket 358 dolarî."
 
Beko da zanîn ku li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), divê heqdestiya asgarî hêj zêde be û piştrast kir ku di meha Kanûnê ya 2016'an de, di warê qût de xerçkirinên asgarî di binê hezar û 669'an de mane. Beko got ku "Heke daneyên TUÎK'ê esas bên girtin jî divê di sala 2017'an de heqdestiya asgerî hezar û 950 TL be." Beko da zanîn ku divê heqdestiya asgarî jî ji baçê cuda bê dest girtin.
 
'DIVÊ HEQDESTIYA ASGARÎ 2 HEZAR Û 300 TL BE'
 
Beko anî ziman ku divê heqdestiya asgarî 2 hezar û 300 TL be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2017'an de enflasyon dê sedî 12-13 zêde be û armanca meha mezinbûnê sedî 5 e, armanca meha sala 2018'an ew e, em sedî 5,5 mezin bibin û li gorî vê mezinbûnê divê heqdestiya asgarî 2 hezar û 300 TL be." Beko derbirî ku divê heqdestiya asgarî pêwîstiyên malbatan pêşwazî bike û li gorî stantartên navneteweyî be.