Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin

img

DÎLOK -9 karkerên di kargoya Babacanlar de dixebitin, bi sedema endamê sendîkayê ne ji kar hatin avêtin. Karkerên 95 roj in di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku moral û hêviya wan bilind e û dê bi serkevin.

9 karkerên li Dîlokê di Şirketa Kargo û Nakliyatê ya Babacanlarê de dixebitin, ji ber ku endamê Sendîkaya Karkerên Hemû Barkêşiyê (TUM-TÎS) ne, ji kar hatin avêtin. Karker 95 roj in di grevê de ne. Karker li ber kargehê di 26'ê Tebaxê de dest bi çalakiyê kirin û aşkera kirin ku heta ew venegerin karê xwe, dê çalakiya xwe dewam bikin. Bi hinceta OHAL'ê nahêlin welatî kon jî vedin, di sermayê de çalakiya xwe dewam dikin.
 
Karker Bîlal Yeter da zanîn ku xwediyê kar ew derb kirine û ji kar avêtine û wiha got: "Ji ber ku me serî li koledariyê re netewand, em ji kar avêtin."
 
‘MAFÊN BINGEHÎN NADIN’
 
Yeter diyar kir ku tenê daxwazeke wan heye, di şert û mercên herî baş de bixebitin, piştrast kir ku mafên wanên bingehîn jî patron xesp kiriye.
 
Yeter destnîşan kir ku xebata bê sendîkayî ji koletiyê wêdetir tu tişt nîne û wiha pê de çû: "Karkerên li Dîlokê di 2 şirketên kargoyê de dixebitin, endamê sendîkayê ne. Di navbera xebata me û xebata wan de cudahiyeke mezin hey. Em jî wekî karkerên din dixwazin di şertên baş de bixebitin. Ev mafê me ye."
 
‘EM Ê BI SERKEVIN’
 
Yeter herî dawî aşkera kir ku daxwazên wan ên wekî meaşê û saetên xebatê nehatine qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Patron naxwaze karkeran bide xebatê, dixwaze koleyan bide xebatê. Moral û hêviyên me mezin in, em ê bi serkevin."