Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye

img

ENQERE - Aborîzan Mustafa Altintaş, bal kişand ser têkiliya aboriyê û şerê û diyar kir ku hemû geşedanên neyînî bandora neyînî li ser hev dikin û wiha got: "Ji bo Tirkiye bigêje aramî û xweşiyê divê polîtikayên aştiyê pêş bixe. Rêya aramiyê di polîtîkayên aştiyê re derbas dibe."  

Li Tirkiye ji ber şer zêde dibe bandora xwe ya neyînî li ser aboriyê dike. Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan got hin karsaz amadekariya birevin derve dikin, bertek û nerazibûnên li dijî qeyrana aborî kêm bûn. Herî dawî TUSİAD'ê di civîna Konseya Bilind a Îstîşarê de bi gotina “Divê qada azadiyê bê firehkirin" bertekên xwe anîbû ziman. Têkildarî rewşa aborî u şerê li Tirkiye aborîzan Mustafa Altintaş,  ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Altintaş, diyar kir ku bê hevî û bê keyfî tabloya aboriyê aşkere dike û wiha got: "Betalî û buhabûna jiyanê nîşaneya rewşa aborî ye. Ger ku betalî û bê kêfî zêde bibe rewşa  pirsgirêka aborî nîşan dike. Yek jê betalî ya din buhabûn nîşaneya aboriyê ne. Her mirov li gorî ked û hêza xwe ya kar dixwaze li piyaseyê cihê xwe bigire û debara xwe bike. Raqamên betaliyê yê meha Cotmeha 2017’an pir zêde ye. Meha tebaxê ji sedî 10.6 bû û cotmeh zêdetir e. Li gorî daneyên dawî yên TUÎK’ê rêjeya betaliyê ji sedî 12.98 ye. Ev kêfxweşiyê tune dike. Her ku betalî zede dibe hilberîn jî kêm dibe. Her ku hêza kar û sermaye zêde dibe bi xwe re hilberînê jî zêde dike. Welatekî wekî Tirkiye dive herî kêm mezinbûn ji sedî 7  be. TUİK’ê di destpêka 2017'an de leza mezinbûnê ji sedî 5,17  nişan da. Ev ji bo Tirkiye têr nake. " 
 
POLÎTÎKAYA RAST FERZ E 
 
Altintaş, anî ziman ku ji bo aboriya Tirkiye rast bibe divê polîtîkayên rast bimeşîne û wiha got: “Ji bo hatina neteweyî ya Tirkiye zêde bibe û  divê malê we bê îxrackirin. Divê rêjeya îxracê zêde bibe. Lê daneyên bazirganiya derve  ji sedî 9 e. Ev jî nîşan dide ku daxwaza derve ya malê Tirkiye 14 milyar dolar e. Lê daxwaza malê derve ango îtalat ji sedî 73,9 ye. Di navbera îxrac û îthalatê de ferqek pir mezin heye. 
Pirsgirêka Tirkiye ya herî mezin polîtîkaya aramî û îstîkrarê ye. Divê berî her tiştî polîtîkayên xwe yên derve û hundir rast bike. 
 
RÊYA ARAMIYÊ AŞTÎ YE
 
Altintaş, herî dawî destnîşan kir ku jibo aborî pêş bikeve û aramî zêde bibe divê berî her tiştî aştî pêş bikeve û wiha bi dawî kir: "Ji salên 1990’î heta niha li Rojhilata Navîn şerekî fîîlî heye. Bi pêşketina şer re sanayiya çekan kar dike fêde dike. Lêçûna ku di perwerde û tenduristiyê de bê xerçkirin, li welatê me di şer de tê xerçkirin. Pêdeviya me ya aştiyê ne tenê ji bo xwe ji bo aboriya Tirkiye jî lazim e." 
 
MA / Kenan Kirkaya