Ji ber girtina riyên gund nikarin sewalkariyê bikin

img

COLEMÊRG – Şêniyên mezraya Orîtê ya Colemêrgê ku sewalan xwedî dikin ji ber riyên wan bi hinceta “Herêma ewlehiya taybet” ku ev 6 meh in girtî ne rojên zor derbas dikin. Gundiyan wiha got: “Ji ber girtina riyan bazirgan jî nikarin bên gund û sewalên me bikirin.” 

Riyên mezraya Orîte ya bi ser gundê Kotranîs ê Colemêrgê ve 6 meh in bi hinceta “Herêma ewlehiya taybet” ve girtî ne û girtina riyan bandorê li sewalkariya gundiyan dike. Li aliyekî girtina riyan û li aliyekî jî buhabûna êmê sewalan bandorek neyînî li gundiyan dike. Gundî rojên zor û dijwar derbas dikin. 
 
Bi salane gundî bi komkirina giyayên li zozanan xwarina sewalên xwe temîn dikirin. Bi qedexekirina zozanan re gundî nikarin giya jî ji bo sewalên xwe peyda bikin. Gundî li dijî qedexekirina herêmê bi bertek in û gotin ku êdî ew nikarin sewalan xwedî bikin û heke ku wisa dewam bike dê ji gund koç bikin. 
 
Gundiyan da zanîn ku berê li gund serê malê 300-400 serî pez hebûn û ji ber qedexeyê nikarin li zozanan paletiyê bikin û giya kom bikin û êdî ew nikarin sewalên xwe xwedî jî bikin. 
 
'JI BILÎ SEWALKARIYÊ TU ÇAREYA ME NÎNE’ 
 
Şêniyê mezrayê Naîf Kanat diyar kir ku li gel hemû tiştî jî ew ji gundên xwe hez dikin û ji bilî xwedîkirina sewalan tu çareyek wan nîne. Kanat da zanîn ku her çi qas serma bandorê li wî bike jî şivaniyê dike û wiha got: “Heta niha çêrandina sewalan ji bo me nîmetek e. Lêçûyîna rojane ya van sewalên me 2-3 hezar TL ye. Em debara xwe bi van sewalan dikin. Ji ber buhabûna êm, li gel hewa sar û berfê jî em sewalên xwe hêj li derve diçêrînin.” 
 
‘RÊ GIRTÎ NE BAZIRGAN NIKARIN BÊN GUND’ 
 
Kanat destnîşan kir ku berê li herêmê girtina şivanan hêsan bû û niha nikarin şivanan bibînin. Kanat anî ziman ku berê di sewalkariyê de karek baş hebû û wiha got: “Berê di  biharê de bazirgan dihatin sewal ji me dikirîn. Me jî bi van pereyan êmê sewalan dikirî û ji bo sewalan xerc dikir. Lê niha ew derfet neman e. Ji ber ku niha rê girtî ne bazirgan nikarin bên gund. Heke bazirgan bên gund jî sewalên dikirin jî nikaribin bibin. Em nikarin hiriya sewalên xwe jî bifiroşin. Berê bi firotina 50-100 kîlo hirî me hemû pêdiviyê malê temîn dikirin. Niha êdî piyasa hiriyê jî nema ye.” 
 
MA / Hamza Gunduz