Ji bo jiyanek aram bila meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL

img

STENBOL - Karkerên tekstîlê, diyar kirin ku pirsgirêka wan a herî bingehîn pirsgirêka aboriyê ye û xwestin ji bo wek mirovan bijîn meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL.

Li gorî danayên Tîrmeha 2017'an ên Wezareta Ewlekariya Civakî û Xebatê li Tirkiyeyê;  bi giştî di sektora tekstîl de mîlyon û 5 hezar û 855 karkerên bi sîgorta hene. Li gorî danayên Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) a Îlona 2017’an jî; di sektora tekstîlê de di nava rojekê de karkerek 84 TL’an qezenc dike. Hêjmarên fermî vê yekê dibêjin, lê hêjmara karkerên tekstîlê yên ji derveyî fermiyetê ji vê yekê zêdetir in. Karkerên ne fermî dixebitin, herî kêm 12 saetan dişixulîn û di nava rojê de tenê 50 TL’yî qezenc dikin. 
 
'JI BO DEBARA MALÊ TENÊ MEAŞÊ KESEKÎ TÊRÊ NAKE'
 
Karkêrê Tekstîlê Alî Duman ê bavê 5 zarokan, diyar kir ku sîgorteya wî tune ye û wiha axivî: “Di mehekê de hezar û 750 TL’yî werdigirim. Du zarokên min jî bi min re dixebitin, lê li gel vê yekê jî em zehmetiyan dikêşin. Sê zarokên me dixwînin û du zarokên min ên din jî ji ber debara malê nekarîn dibîstanê bixwînin. Ji bo debara malê tenê meaşê kesekî têrê nake.” 
 
Duman, anî ziman ku di tekstîlê de gelek karker bêsîgorte kar dikin û wiha got: “Em qet destê xwe nadin meaşê min, ji ber ku krediya malê didim. Em bi meaşên zarokan debara mala xwe dikin. Jiyaneke me ya luks tune ye, em hewl didin ku xwe têr bikin. Fatureyên telefon, ceyran, av û gaza xwezayî me ditengijînin. Kesek jiyanek baş ji bo me nafikire. Di malê de em 7 kes in. Di nava hefteyê de herî kêm 400 TL ji bo mesrefên mitbexê diçe. Ji xwe meaşê zarokan meaşê kêmtirîn e û hema hûn hesab bikin.”
 
'GER TIRKIYE BI HÊZ BE DÊ JI BO KÊ BE?'
 
Sîdar Înanç a 26 salî ku ji ji zarokatiya xwe ve karê tekstîlê dike diyar kir ku ew 5 xwişk û biran e û wiha axivî: “Ji xeynî min di malbatê de sê kesên din jî dixebitin, lê bi zorê em debara xwe dikin. Ez mehê hezar û 500 TL meaş werdigirim. hezar û 400 TL'yî didim heqê kirê. 300 TL’yî jî ji bo xercaneyên xwe radikim. Gelek caran kar bi destê min nakeve. Du xwişk û birayên min dixwînin û yek jî astengdar e. Bi zorê em debara xwe dikin.”
 
Înanç, daxwaz kir ku meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL û wiha got: “Em dixwazin bacê jî ji me negirin. Em nikarin ji meaşên xwe bacê bidin, ji ber ku pereyê me ancex têra me dike. Gel dieciqînin, ma Tirkiye bi hêz be dê bi kêra çi were! Xwedê jê razî be ka mêze biki Teyyîp beg Tirkiye ber bi ku ve biriye.”
 
'ROJÊ 10 SAETAN DIXEBITE’
 
Gulsen Seyhan a 40 salî jî, diyar kir ku tevî dayik, bav û keça xwe di heman malê de dijî û wiha got: “Rojê 10 saetan dixebitim. Tenê meaşê kêmtirîn werdigirim. Mesrefên dibistana keça min hene. Em di meha zivîstanê de ne û li malê du kesên pîr û kal hene. Mirov neçare gaza xwezayî pê bixe. Mehê  fature nêzî 400 TL tê. Em dixwazin kesên bi meaşê kêmtirîn dixebitin jî bacê muaf bên girtin û herî kêm 2 hezer û 300 TL bidin wan. Em dixwazin daxwaza DÎSK’ê ji aliye hikûmetê vê bê qebûlkirin.” 
 
MA / Metîn Yoksu