Tomerîfiroş: Esnaf bi deynê qilopanî dide avêtin

img

AMED -  Esnafê li Sîteya Tomerfiroşên Amedê dixebitin, ji ber ku kirîn û firotin kêm bûye û wekî berê qezenç nakin, tengasiyan dijîn. Esnafan diyar kirin ku ew her meh deyn dikin û her meh deynê xwe dewrî meha din dikin. 

Her roj qîmeta lîreyê tirk dikeve û hejmara di enflasyonê de bilind dibe. Bi vê re krîza aborî her ku diçe kûr dibe, pirsgirêkên esnafan jî zêde dibin. Ji ber ku navendên danûnstandinê (AVM) gelekî zêde dibin, ev jî bandoreke mezin li ser esnafê piçûk dike û di demên dawî de li piyaseyê rawestînek tê dîtin. Bi vê re di cîroyan de jî ketinek tê dîtin û ev rewş esnafan dixe nav fikaran. Esnaf ji bo rêyekê bibînin, serî li deynên li bankeyan dide. Sîteya Tomerîfiroşî ya bi salan e li herêmê û Amedê hilberînê bi pêş dixe û digihîne civakê, di demên dawî de karên wan rawestiya ye. Ji ber vê rewşê gelek kargeh hatin girtin.

 
‘BI KREDIYÊ LI SER PIYAN DIMÎNIN’ 
 
Adnan Orak li Sîteya Tomerîfiroşan karê frotina qût dike, da zaîn ku gelek esnafan îflas kiriye. Orak diyar kir ku ew bi krediyê li ser piyan dimînin, bi hateya kêm jî faîzê didin bankayê. Orak destnîşan kir ku bankayan deriyê xwe li esnafan grtiye, ev jî bûye sedema îflasê û wiha axivî: "Hin marketên ku piştgiriyê ji dewletê digirin, dibin sedema hemberiyê. Marketên ku dewlet piştgiriya wan dike, bandoreke xirab li ser karê me dike. Li van marketan berhemên bi qalîte nayên dîtin. Li her taxê marektên wekî hev hene û buhayê wan jî ber ku dilkêş e, mirov serî li wan marketan didin. Em kûr kûr difikirin. Tişta ku em niha dikin, qilopanî bi deyn didin avêtin. Lê em ê van deyna heta ku derê paşve bin ne diyar e."
 
‘BERHEMÊ BI 75 TL’YÎ NAYÊ FIROTIN, BÛ 90 TL’
 
Ramazan Ozçîmen 30 sal e li herêmê tomerîfiroşiyê dike, da zanîn ku ew wekî berê kar nakin û ev tişt anî ziman: "Berhemên ku em difiroşin mesrefên me pêşwazî nakin. Berê hêj ji maşînê peya nedibû beşa zêde diçû, niha peya dibe, lê cih tune em daynê."
 
Ozçîmen aşkera kir ku zêdebûna dolar bandorek xirab li ser karê wan kiriye û ev nirxandin kir: "Berhemê di destê min de bi 75 TL'yî dihat firotin. Niha bi berhemê nû û zêdebûna dolar re, buhayê kirînê derketiye 90TL'yî. Bi vekirina derabeyan re, 500 TL pereyê hin esnafan diçe. Li derve pere hey, lê nikare bigire. Çareyê di kredî û derxistina çekan de dibînin."
 
‘TU DEMÊ EW QAS NE XIRAB BÛ’
 
Kazim Kaya jî esnafekî herêmê ye, da zanîn ku ji ber ku ew destbehî (peşin) dixebite, difikire ku dê ji krîzê bi bandor nebe, lê ne wisa ye. Kaya diyar kir ku mirovên bê feraset û bê basîret welat bi rêve dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Min heta vî temenî gelek krîz dîtin. Lê tu demê qasî vê demê xirab nebibû. Min Demîrel, Erbakan, Ecavît û hikumetên koalîsyonê dîtin, lê tu hikumetê qasî vê xirabî nekir."
 
MA / Lezgîn Akdenîz