Mêşvan 2 salin hêvî dike lê qezenç tune

img

MÊRSÎN - Mêşvanên bi sermayê re ji Mûşê berê xwe didin Tarsusê, diyar kirin ku her sal hêvî dikin, lê du sal in qet qezenç nakin. 

 
Welatiyên mêşvaniyê dikin bi hatina zivîstanê re, dest bi koçberiya bajarên hewaya wan germ kirin. Feshî Arayan ê li navenda Mûşê bi mêşvaniyê debara xwe dike, bi sermaya zivîstanê re kewarên mêşên xwe girtin û berê xwe da navçeya Tarsusa Mêrsînê.  
 
'JI BO MÊŞÊN XWE EM KOÇ DIKIN'
 
Arayan, diyar kir ku 12 sal in bi mêşvaniyê debara xwe dike û wiha axivî: “Me li navçeya Tarsusê bereqe danîn û di wan de dimînin. Gava bû havîn em ê cardin vegerin bajarê xwe. Di karê mêşvaniyê de hewaya germ pir girîng e. Ji bo dirêjkirina temenê mêşan em koç dikin. Di sermayê de tu berdariya mêşan tune ye û dimirin. Zivîstanê li cihên germ em mêşên xwe hêdar dikin û hilbarîna wan zêde dibe. Piştî serma diqede em vedigerin Mûşê.”
 
'KAREK BI ZEHMETE'
 
Arayan, da zanîn ku karê herî bi zehmet ê mêşvaniyê barkirin û daxistina kewarên mêşan e. Arayan, anî ziman ku koçberî jî bimesref e û wiha bi lêv kir: “Li gel ku hingivê xwezayî û bi feyde çê dibe jî, kara wê zêde tune ye. 24 saetan di nava mêşande me. Karekî pir zor, lê tu berhemeke wê tune ye.”
 
'HER SAL BI HÊVÎ EM DIKEVIN RÊ'
 
Welatiyê bi navê Burhan Arici jî, diyar kir ku ew ji navenda Mûşê hatine û wiha axivî: “Zivîstanê em li vir in, havînê jî em cardin vedigerin zozanên Mûşê. Li vê derê ji bo salekê em mêşan xwedî dikin û çi derman hewce bin em didin wan. Dema ku dê mêş derbikevin, di meha Gulanê de em cardin vedigerin bajarê xwe.”
  
Arici, destnîşan kir ku kîloya kewaran bi 50’î TL’yî ye û wiha got: “Kîloya hingivê dawerivandî jî bi 35 TL’yî ye. Ev du sal in em ji vî karî tu pereyî qezenc nakin. Em qezenca xwe jî didin heqê barkirin. Mêşvan her sal bi hêviya ‘Ger îsal ne baş be, sala were dê baş be’ vî karê xwe didomînin. Lê ev du sal in rewş heman rewş e. Qet nebe karekî ku em xwe pê mijûl dikin, heye.”