'Girîngiyê nadin senetkaran'

img

BEDLÎS – Li navenda Bedlîsê 3 hostayên hesin mane û yek ji wan jî Sabrî Bakar e. Ji ber ku hostayên nû bi pêş nakevin, bi gazin e û wiha got: “Dewlet girîngiyê nade senet û senetkaran. Ji ber bê karê me li ber tunebûnê ye.”

Sabrî Bakar ê 58 salî 50 sal e li navenda Bedlîsê demîr dikute û bi vî karî debara xwe dike. Bakar ev pîşe ji bavê xwe hîn bûye û ji 8 saliya xwe ve bi vî karî re mijûl e, di dikana wî de gelek bivir, tevşo û sobe hene. Bakar ji zarokatiya xwe ve qet çakûçê wî ji destê wî neketiye, aşkera kir ku qasî 30 hosteyên demir hebûm, lê niha tenê 3 hoste mane.
Bakar aşkera kir ku dewlet girîngiyê nade senetkaran, ji ber wê hosteyên hesin nemane û yê nû jî bi vî karî re mijûl nabin.
 
‘QÎMETA KEDA DESTA NEMAYE'
 
Bakar her sibehê zûtirîn berê xwe dide dikanê, ji ber ku hewa sar e karê wî yê destpêkê sobeya li dikanê pê dixe. Bakar berhemên ku çêkirine di dîwarê dikanê de darda kirine, hemû dema wî li dikanê derbas dibe. Bakar da zanîn ku berê kêfa wî gelekî ji vî karî re dihat, lê niha ji ber ku teknolojî bi pêş ketiye têkoşîna wî ya jiyanê zehmettir bûye û wiha axivî: “Berhemên ku me çêdikirin, niha fabrîqe çêdikin. Êdî qîmeta berhemên destan neman. Berhemên hazir cihê berhemên me zûda girtiye.”
 
‘EM Ê VÎ PÎŞEYÎ BER BI PÊŞ DE NEBIN'
 
Bakar aşkera kir ku ew pîşeyê bavê xwe berdewam dike, dixwaze hostayên nû bi pêş bixe lê kes bi vî pîşeyî re eleqeddar nabe. Bakar diyar kir ku kurê wî jî naxwaze vî pîşeyî hîn be û wiha pê de çû: “Tişta xirab ew e em ê vî pîşeyî negihînin rojên bên.”
 
‘BARHEMÊN FEBRÎQEYÊ TERCÎH DIKIN'
 
Bakar da zanîn ku bi hatina zivistanê re sobeyên daran tên firotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî zêde gundiyên ku xizanin sobeyan distînin. Lê bi giştî mirov sobeyên ji fabrîqeyan derdikevin distînin. Sobeyên ku em bi keda destan çêdikin, 2 salan li ber xwe didin. Lê difikirin ku sobeyên ji fabrîqeyan derdikevin temenê wan dirêjtir e. Her çendî buhayê wan li gel me erzan be jî mirov bi 400-500 TL’yî sobeyan distînin.”
 
‘DEWLET NIRX NADE SENET Û SENETKARAN’
 
Bakar aşkera kir ku dewlet girîngiyê nade senet û senetkaran û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hûn îro biçin cihekî vekin dibe dewlet piştgiriyê bide. Lê ji bo pîşeyê me vê yekê nake. Nirx nade senet û senetkaran. Ji ber wê karê me jî li ber qedandinê ye. Em 3 hoste di biryara xwe de qayînin ku em ê vî karî bikin. Heta em hebin em naxwazin dest ji vî karî berdin.”
MA / Seda Taşkin