KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike

img

ENQERE - KESK'ê bal kişand ser KHK'ên hatin weşandin û aşkera kir ku heta niha ji bo li ser bê hiqûqiyê bigirin, hemleya dawî kirine û ev tişt got: "Em ji bo KHK'an şermezar bikin em ê sibê li tevahiya Tirkiyeyê daxuyaniyê bidin."

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi daxuyaniyekê Biryarên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) şermezar kirin. Daxuyaniya li Yekitiya Mulkiyelilerê hat dayîn de rêveberên sendîkayê jî beşdar bû. 
 
Daxuyaniya ku Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen xwend, aşkera kir ku KHK'a dawî berhema tirsê ye û ev tişt got: "Bêhiqîqiya ku heta roja îro pêk anîn, dixwazin li ser bigirin. Bi KHK'a 696'an re 2 hezar û 756 kekdarên cemaweriyê îxrac kirin û tenê 114 kedkarên cemaweriyê girtin kar. Ne di biryara komîsyonê de û ne jî di lîsteya îdarî ya KHK'ê de der barê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça de ji bo vegerin karê xwe tu tişt tune. Bi mehan e di greva birçîbûnê da nin û rewşa wan li ber xetereyê ye."
 
'114 ENDAMÊN KESK'Ê ÎXRAC KIRIN'
 
Gezen destnîşan kir ku 77 endamên Tum Bel-Senê, 39 endamên Egîtîmm Sen, 24 endamên BES'ê, 2 endamên DÎVES'ê, karkerekî SES û endamekî Haber Sen jî di nav de, bi giştî 114 endamên KESK'ê îxrac kirine. Gezen, da zanîn ku endam û rêveberên KESK'ê bi dijhiqûqî îxrac kirine, ew ê li dijî pêkanînên ku mafên kedkaran sînor dikin, bê deng nemînin.
 
Gezen anî ziman ku bi KHK'a hejmar 696'an re kaosê bi pêş dixin, dê bi vê rêyê hêzên paramilîter berdin koçeyan û wan bê ceza bihêlin. Gezen got ku mafê parastinê ji holê tê rakirin û ev wekî xetereyeke mezin pênase kir. Gezen di dawiya axaftina xwe de sererastkirina ji bo karkerên kadro tînîn jî wekî hewldaneke vala pênase kir û li dijî hemû bê hiqûqiyên ku tên kirin ev bang kir: "Dê sibê li tevahiya Tirkiyeyê li dijî OHAL û KHK'an, di pêşengiya KESK'ê de daxuyanî bên dayîn û pêkanîn bên şermezarkirin."