‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’

img

ANTALYA – Li navçeyên Finîke, Kumluca û Derme yên Antalyayê ji ber felaketa bablîsokê serayên cotkaran texrîb bûn û cotkar xisirîn. Cotkaran diyar kir ku dewletê ji çar pariyan pariyek zirara wan daye û ji ber vê yekê jî bûne deyndarê bankeyan. 

Di meha borî de li navçeyên Finîke, Kumluca û Demre yên Antalyayê ji ber felaketa bablîsokê zevî û serayên cotkarên ziyanek mezin dîtin. Her çi qas rayedarên Miduriyeta Bajêr a Sewalkarî, Çandinî û Zexîreyan li herêmê lêkolîn kirin jî lê bedelên xisarê bi temamî nehat dayîn. Esnafan diyar kir ku ji ber mexduriyata hatiye serê wan ji aliyê dewletê ve tevahiya zirara wan nehatiye û ew bûne deyndarên bankayan. 
 
‘ JI ÇAR PARIYAN PARIYEK DAN ME’ 
 
Ji cotkaran Îbrahîm Akinci (64) diyar kir ku heta niha zirarek wisa nehatibû serê wan û wiha got: “Dewletê ji çar pariyan pariyek bedêla zirara me da. Zirara mayîn li ser pişta cotkaran ma. Cotkaran bi derd û deynan eraziyên xwe selihandine.” 
 
'EM DEYNDARÊ BANKAYÊ NE’ 
 
Cotkar Adem Dalgiç ê 51 salî jî destnîşan kir ku 25 dolim seraya wî di bobelatê de dem û dûz bûye û ji eraziyên wî tenê 20 dolim bi sîgorta bûye. Dalgiç got ku zirara 5 dolim erdê wî ji berîka wî çûye û nêzî milyonek TL zirara wî bûye. Dalgiç anî ziman ku ji vî pereyi 500 hezar TL ji aliyê sîgortayê ve hatiye razandin. Dalgiç da zanîn ku ji bo seraya xwe ji nûve ava bike 500 hezar TL kredî ji bankeyê kişandiye û wiha got: “Bi pereyê deyn ku min ji bankayê girt niha min dîsa dest bi karê serayê kir. Tenê ez ê bigîhîjim sezonê û dest bi bedela ziyana xwe bikim. Ji ber erdê min bi sîgorta bû dewletê alîkarî neda min.” 
 
MA / Ergîn Çaglar