• img

    Mişmiş jî ketin ber krîza vîzeyan

    ji ber pirsgirêkên bi DYA û welatên cîran re, mişmişên Meletiyê di dest cotkaran de man. Serokê Borsaya Bazirganiyê Gursel Ozbey, destnîşan kir ku bi piranî mişmiş îxracî DYA û Herêma Kurdistana Federe tên kirin. Ozbey, anî ziman ku heke pirsgirêka bi her du welatan re neyê çareserkirin, wê aboriya bajêr felc bibe.

  • img

    'Mêrgên xwe didin îmarê, li derve kirê dikin’

    Li Tirkiyeyê di salên dawî de îthalata goştê sor, sewalan û kayê zêde bû. Hikûmetê qîma xwe bi vê yekê neanî, mêrgan xwe ji bo îmarê vekir. Lê vê carê jî li derveyî welat dest bi kirêkirina mêrgan kir. Serokê Şaxa ZMO ya Îzmîrê Ferdan Çîftçî dest nîşan kir ku, li derveyî welat kirêkirina mêrgan tu çareyê bi xwe re nayîne.

  • img

    Zabite ji bo firotina gulan bertîlê dixwazin

    Huseyîn Turgut li gelek cihan serlêdana kar kir, lê hemû hewldanên wî bêencam man û dest bi firotina gulan kir. Turgut, diyar kir ku bi hinceta “karê li dijî qanûnê dikî” zabite wî asteng dikin û baceyê ji dixwazin.

  • img

    ‘Mirovên vê bazarê debara xwe bi çopê dikin’

    Li Meletiyê, eleqeya ji bo “Bazara Ûris” her diçe zêdetir dibe. Li vê bazarê amûr û kincên li ser çopan hatine berhevkirin tên firotin. Welatî Ahmet Torun anî ziman ku mirov li vê bazarê leqayî kesên rewşa wan a aborî baş nayê û wiha got: “Mirovên li vê bazarê li ser çopan li nanê xwe digerin.”

  • img

    Di salekê de tenê 5 kargeh li Colemêrgê vebûn

    Hikumeta ku di her hilbijartinê de li Colemêrgê soza razemeniyê dide, li bajêr ji sedî 80 esnaf ketin ber îcrayê. Her roja li bajêr bêkarî zêde dibe di salek dawî de tenê 5 kargeh vebûn.

  • img

    Hat îxrackirin dikana etariyê vekir

    Endamê SES'ê yê 21 salin xizmeta tenduristiyê dike Îsmet Turgut piştî hat îxrackirin, dikana etariyê vekir û dest bi firotina giha û nebatên xwezayî kir. Turgut, diyar kir ku ji ber endamê SES'ê bû hat îxrackirin û got: "Çi dibe bila bibe ez dê têkoşîna xwe bidomînim."

  • img

    Serokê Giştî yê Dev Maden-Sen’ê: Meseleya ‘qaçaxê’ çîrok e

    Serokê Giştî yê Dev Maden-Sen’ê Tayfun Gorgun l ili Şirnexê li madena ku 8 karker tê de jiyana xwe ji dest dan de lêkolîn kirin wiha got: “Niha div ê weziyetê de li vir madenvaniya servekirî nayê kirin. Divê li vir madenvaniya bin erdê bê kirin. Meseleya ‘qaçaxê’ çîrok e.”

  • img

    OHAL û şer turîzmê jî ser û bin kir

    Li Antalyayê li gel ziyareta turîstan zêde bûye jî lê jêhatin daketiye. Esnafan got ku ji 1'ê çile heta 30’ê îlonê nêzî 3 milyon turîstên Rûs hatine bajêr lê feydek li wan nebûye.

  • img

    Karker nobeda karê, qût û edaletê dewam dikin

    Karkerên Şîşecamê yên ji kar hatin derxistin, ber bi Tuzlayê ve meş dabûn destpêkirin lê Waliyê Kiriklareliyê ji karkeran re astengî derxist, karkeran dest bi nobedê kir û çalakiya wan du roj e didome û kar, qût û edaletê dixwazin.

  • img

    ‘Êdî hêza gel a zeytûnan bistîne tune'

    Rêncberên Zeytûnên gundên girêdayî navçeya Mutê ku çandinî û firotina zeytûnan dikin, diyar kirin ku kirîna zeytûnan kêm bûye û nikarin zeytûnên xwe bifiroşin.

  • img

    Ji bo 70 tl 12 saetan dixebitin'

    Li Antalyayê karkerên di şirketa pakêtkirinê de 12 saetan dixebitin, diyar kirin ku êşa stû û piştê dikişînin û wiha gotin: “Ji ber derdê debara malê, em di karên giran û ewlekariya jiyanê tuneye de dixebitin. Em karê pakêt û barkirinê bi 70 TL dikin.”

  • img

    Nebûn arkeolog çiftlîka dewaran ava kirin

    Jinên Arkeolog Miray Dîrîm û Arkeolog Teberik Kubra Dîrîm ji ber di pîşeya xwe de kar bi dest nexistin, cotgeha (çiftlik) dewaran ava kirin. Arkeologên bi hevre cotgeh avakirin, qatixên cotgehê li bazara Ruyê Erdê ya Foça difiroşin.

  • img

    Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye

    Karkerên Camê yên ji Fabrîqeya Camê ya Paşebahçeyê ya girêdayê Şîşecama Luleburgazê ji kar hatin avêtin, du roj e dimeşin. Meşa li ber Navenda Giştî ya Şîşecamê dest pê kir, di roja duyemîn de ye û karker edalet, kar û qut dixwazin.

  • img

    Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da

    Abdullah Ahmed ê ji Sûriyeyê li Bornavayê di dixebitî, ket birka plastîkên kevin û jiyana xwe ji dest da.

  • img

    Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne

    Ahmet Şeremet ê di darbeya leşkerî de 15 salan di girtîgehê de ma, wê jiyana komunî ya li girtîgehê hîn bû piştî derketinê jî didomîne. Şeremet pêşî tevî hin hevalên xwe komuna hilberîna pêlavan ava kir û wiha got: “Heke di civakekê de komun tune be, ezperestî, hesûdî, pevçûn û şidet dibe serwerê wê civakê.”

LÊGERÎN