Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin 2017-12-30 13:37:46 STENBOL - Nivîskarê sînemayê Çagdaş Gunerbuyuk da zanîn ku dê sala bê OHAL bandora xwe ya li ser perdeya spî bide nîşan, ji bo mîhrîcanên qedexekirî ev tişt got: "Wiha biçe dê di navbera merasîmên dewletê û mîhrîcanan de tu cudahî tune be." Sala 2017'an bi Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) derbas bû û bandoreke mezin li ser xebatên çand û hunerê jî kir. Di vê salê de sînemayê û mîhrîcanên fîlman jî di nav de, gelek çalakiyên şermezakirinê hatin qedexekirin. Di 54'emîn Mîhrîcana Fîlmên Portakala Zêrîn a Antalyayê ya Navneteweyî de, beşa "Kakegoriya pêşbirka fîlmên neteweyî" jê derxistin, qasî 150 çêkerên fîlm û belgefîlman, amadekarên mîhrîcanan ev hewldan wekî sansur pênase kirin û mîhrîcan şermezar kirin. Sînemavanan li dijî vê biryarê di heman demê de li Sînemaya Beyogluyê pêşbirka neteweyî ya alternatîf li darxistin.   HIN SÎNEMA HATIN GIRTIN   "Mîhrîcana Fîlma a Kîjan Mafên Mirovan" dê îsal cara 9'emîn di pêşengiya Documanterîst de li Amedê bihata lidarxistin, lê Waliyê Amedê qedexe kir. Sînemaya Atlasê, Sînemaya Beyogluyê, Sînemaya Yeşîlçamê, Sînemaya Perayê û gelek sînemayên din, wekî sînemayeke alternatîf derdikevin pêş û ji ber piyaseya tekelvanî zehmetî kişandin. Hin ji wan hatin girtin, hin ji wan bi kampanyayên cuda careke din li ser piyan man.   ‘YÊN NOKERÎ NEKIRIN BÊ PIŞTGIRÎ MAN’   Nivîskarê sînemayê Çagdaş Gunerbuyuk bal kişand ser OHAL û pêkanînên wê yên li ser sînemayê û ev tişt got: "Ji ber sedemên siyasî Wezareta Çandê hin sînor danîn pêşiya sînemayê. Lê dê bandora xwe di sala 2018'an de bide nîşan. Ji ber fîlmên li qadê û temaşevanan, dibe bandora xwe nede nîşan. Lê ji ber ku sînemavan nokeriyê nakin, dê kişandina fîlmên bi bandor jî zehmet bibe. Fîlmên dê îro neyên kişandin, dê di rojên bên de neyên temaşekirin. Fîlmên me îsal temaşe kirin, dibe ku berê dest bi kişandina wan kiribin, dibe ku beşên dawî li OHAL'ê rûqal bibin."   Gunerbuyuk aşkera kir ku gemerdêrî (tekelci) di asteke "Cinewirî ya tirsnak" de ye û wiha pê de çû: "Di sînemayê de dê fîlmek çiqasî bê temaşekirin, di berê de dikarin biryarê bidin. Dîsa rêjeya temaşevanên di mîhrîcanan de ketiye. Fîlmên di qada navneteweyî de gelekî tên ecibandin û di mîhrîcanan de xelat girtine, ji ber ku gemerdêrî xwe nagihîne belavkirina wan hejmara temaşevanên wan zêde nabin." Gunerbuyuk got ku heta ev rêveçûn neyê şikandin dê tiştek neguhere û der barê bazirganiya Oscarê de jî ev nirxandin kir: "Oscar di nava xelatên sînemaya cîhanê de qada herî bazirganî ye. Raste rast sektora fîlmên Amerîkayê dide."   SANSUR GELEKÎ BI BANDOR BÛ   Gunerbuyuk li ser fîlmên qedexekirî jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wiha biçe dê ne temaşevan û ne jî sînemavan biçe mîhrîcanan. Dê tu ferqa merasîmên dewletê û mîhrîcanan nemînin. Ev mudaxaleyên dawî, sansur bandoreke mezin li ser fîlman kir. Li divî van hemûyan divê em li benda van nesekin dê kêngê biçin, divê em tiştekî bikin."   MA / Bîlal Seçkîn